10:00 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Alaya HDP

    KCK: Wê tevayî provokasyon vala bên derxistin û hêzên demokrasiyê qezenç bikin

    © Foto: Gulnush Ergul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2010

    Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, diyar kir ku AKP’ya HDP’ê wek dijmin dibîne mimkun e her cure provokasyonan pêk bîne û hat gotin ku wê firsendê nedin ti provokasyonan.

    Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, diyar kir ku AKP’ya HDP’ê wek dijmin dibîne mimkun e her cure provokasyonan pêk bîne û hat gotin ku wê firsendê nedin ti provokasyonan. KCK’ê got: "Her ku hilbijartin nêz dibin, her hêz û derdor a di serketina HDP’ê de têkçûna xwe dibîne mimkun e bikeve nav tevgerê û provokasyonan pêk bîne. Bi taybet dema dijmintiya hikûmeta AKP’ê ya li hember HDP’ê li ber çavan bê girtin li hember îxtîmala ku rêxistinên îstîxbaratê û hêzên AKP bi wan re di nav têkiliyan de ye provokasyonan pêk bînin, pêwîst e hemû hêzên demokrasiyê hişyar bin. Mirov hem neyê provokasyonan û hem jî li hember hêzên provokasyonan hişyar be û bi hêza gel raweste girîng e. Li hember îradeya azadî û demokrasiyê ya gel wê hemû provokasyon vala derkevin, wê hêzên demokrasiyê qezenç bikin, Tirkiye û Kurdistan bi modela neteweya demokratîk wê bibin navenda jiyana azadî û demokrasiyê ya Rojhilata Navîn.”

    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de