09:36 21 Cotmeh 2017
Zindî
     Recep Tayyip Erdogan

    Ozturk Turkdogan: Pêvajoya li Dolmabaxçeyê destpê kir, Erdogan da rawestandin

    © Foto: AA/Kayhan Ozer
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan: Hikûmet ji bo ku HDP di bin bendavê de bimîne, pêvajoya çareserîyê da rawestandin

    Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan nîqaşên derbarê pêvajoya çareserîyê yên berî hilbijartinên roja 7`ê Hezîranê ji Spûtnîkê re nirxand. Ozturk Turkdogan ku di heman demê de di nav Heyeta Mirovên Aqilmend de jî cih digire, got ku pêvajoya çareserîyê ji ber gavneavêtina hikûmetê rawestîya ye.

    Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan destnîşan kir, ku rûpela nû ya pêvajoya çareserîyê ya roja 28`ê Sibatê li Dolmabaxçeyê hatî vekirin hêj nehatîye girtin û got ku kê li Tirkîyeyê dibe desthilat bila bibe, neçar e, ku wê pirsê çareser bike. Turkdogan tekez kir, ku pirsa herî giring a Tirkîyeyê pirsa kurd e û got ku ew pirs heye û nehatîye çareserkirin. Turkdogan destnîşan kir, ku pêvajoya ji alîyê hikûmetê ve wek `pêvajoya çareserîyê` û ji alîyê kurdan ve jî wek `pêvajoya aştî û çareserîyê` tê binavkirin niha sekinîye û wisa berdewam kir: ``Hikûmet dibêje li pêşîyê çekdanîn û paşê pêngavên din, kurd jî dibêjin werin em pêngavên hemwext bavêjin. Pêvajo ji ber hilbijartinan hate rawestandin ji ber ku hikûmet wisa difikire pêvajoya aştî û çareserîyê kêrî HDP`ê tê. Eger HDP bendavê derbaz bike, hikûmet nikare tenê bi serê xwe piranîya li parlamentoyê bi dest bixe. Ji ber wê metirsîyê pêvajo da rawestandin. Hikûmet hisaba wê yekê dike, ku HDP`ê di bin bendavê de bihêle û bi wî awayî parlamenerên li ber para wê dikevin jî bistîne, piranîyê bi dest bixe û tenê bi serê xwe makezagonê biguherîne”.

    Turkdogan wê nêzbûna hikûmetê wek nêzbûneke şaş dinirxîne û sîyaseta bi hilbijartinan ve girêdayî bi nav dike. Ozturk Turkdogan got: ``Ew sîyaseta kevin a salên 80-90`î ye. Di wan salan de ji tu encam ne hatin bidestxistin. Ji ber wê yekê roja 8`ê Hezîranê kî dibe desthilat bila bibe, gereke ji pirsa kurd re çareserîyekê peyda bike.

    Êdî pêvajoya aştî û çareserîyê hatîye nuxteyeke wisa, ku tu alî nikarin paş de gavan bavêjin. Hinek alî dibêjin, ku em dikarin bêy kurdan jî wê problemê çareser bikin. Wateya wê jî ew e, ku haya wan ji geşadanên li herêmê tune ye. Niha li Sûrîyeyê kanton hatine îlankirin. Barzanî hewl dide dewleta serbixwe îlan bike. Îran  bi dewletên Rojava re di gelek waran de li hev dike. Kurd bi taybet jî  piştî şerê bi DAÎŞ`ê re êdî li tewaya cîhanê têne naskirin.  PKK êdî baştir tê naskirin û di warê sîyasî de tê qebûlkirin. Ji ber wan sedeman li pêşîya Tirkîyeyê ji bilî çareserîya sîyasî ya pirsa kurd, tu rîyên din namînin.

    Wek tê zanîn, roja 28`ê Sibata îsal teksta deklerasyona Abdullah Ocalan di civîna heyeta HDP û nûnerên hikûmetê Yalçin Akdogan, Efgan Ala, nunerê dewletê û nunerê AK Partîyê Mahîr Ûnal hate xwendin. Ez li ser wê bawerîyê me, ku eger muzakere destpê bikin, PKK wê dest ji çekan berde. Ji ber ku êdî ew jî fam dikin, ku li Tirkîyeyê bi rêbazên çekdarî ve nikarin bigihijin armancên xwe. Rûpela ku roja 28`ê Sibatê hatî vekirin, nîşana wê yekê bû ku hikûmet dixwest gavan bavêje, lê mixabin serokkomar Recep Tayîp Erdogan mudaxale kir û nîşan da, ku lîdertîya sîyasî ya AK Partîyê ew bi xwe dike”.

    Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan got, ku ihtimalê nade wê yekê ku heta hilbijartinan pêvçûn ji nû ve destpê bikin û destnîşan kir, ku “hinek hêzên tarî ên di nav dewletê de bi hinek provokasyonan ve dixwazin pêvçûnan derxin. Bûyera li Dîyadîna Agirîyê jî nimûneya wê yekê ye. Li hember HDP gelek zêde êriş têne kirin. Li Edene û Mêrsînê êrişên bi bombeyan jî hatin pêkanîn. Çeteyên tarî dixwazin careke din li Tirkîyeyê pêvçûnan derxin. Xeterîyeke wisa heye, lê ez wisa difikirim, ku pêvçûn ji alîyê PKK`ê ve destpê nakin”.

    Bi heman mijarî:

    Li Stembolê alên HDP'ê hatin şewitandin
    HDP: Wê nikaribin me rawestînin
    Navenda Giştî ya HDP’ê rastî êrîşa çekdarî hat
    Etîketan:
    Pêvajoya Çareserîyê, Kurdistan, Tirkîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de