20:15 29 Gulan 2017
Zindî
    Operasyona YPG`ê

    Serêkaniyê- Balafir û YPGê êrişa mezin a DAIŞê têk birin

    © REUTERS/ Rodi Said
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Çekdarên DAIŞê li rojavayê Serêkaniyê êrişî eniyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kirin, lê êrişa wan bi piştgiriya balafirên hevpeymaniya navdewletî hat têkbirin.

    Çavkaniyekê ji Serêkaniyê ji Rûdawê re ragihand ku `çekdarên DAIŞê îro saet derdora 02:00yê serê sibehê ji gundê Til Xenzîr û Til Bîlal li rojavayê Serêkaniyê heta Girê Wedhe li başûrê rojavayê Serê Kaniyê, êrişî eniyên YPGê kirin.`

    Her wiha, çavkaniya Rûdawê got ku `balafirên hevpeymaniya navdewletî nehiştin çekdarên DAIŞê pêşde biçin û 3 caran ew bi giranî bombebaran kirin û piştre helîkopterên Apache ya hevpeymaniyê jî ew navçe bombebaran kirin û li çekdarên DAIŞê dan.`

    Li gor çavkaniya Rûdawê, `di encamê bombebaranê de gelek çekdarên DAÎŞê hatin kuştin û birîndarbûn`.

    Çavkaniyê diyar kir ku di wî şerî de şervanekî YPGê şehîd bû.

    Şeva borî jî balafirên hevpeymaniyê navendeke DAIŞê li başûrê Çiyayê Ebdilezîzê bombebaran kirin û dengê teqîneke mezin li navçeyê hat bihîstin.

    Ev yek di demekê de ye ku şervanên YPGê li Til Temirê gundên Til Şamîran, Xêbiş û Til Nesrî kontrol kirin.

    Bi heman mijarî:

    YPG: 7 gund hatin rizgarkirin
    YPG: Li Cizîr û Kobanê 80 çete hatine kuştin
    YPG 4 emîrên DAIŞê kuştin
    Etîketan:
    Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de