06:55 24 Cotmeh 2017
Zindî
    DAÎŞ

    REQA- DAIŞ bazara keçên kurdên êzîdî vekiriye

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Li gorî raporeke rojnameya Daily Mail a Brîtanî, çekdarên rêxistina DAIŞê li bajarê Reqa yê Sûriyê, destdirêjiya seksî û karên kirêt li dijî keçên kurdên êzîdî yên di destê wan de, dikin, herwiha wek dîlên şer kar ligel wan dikin.

    Rojnameya Daily Mail li ser zarê nûnera taybet a Neteweyên Yekbûyî, Zeyneb Bangora derbarê tundûtîjiya seksî li ser wan keçan dibêje, `çekdarên DAIŞê keçên ciwan û xweşik hildibijêrin û bi navê periyên buheştê wan dişînin bazara koyletiyê ya bajarê Reqayê û li wir bazar bi wan tê  kirin heta tên firotin.`

    Wê rojnameyê amaje bi wê yekê kir ku, `ew keç li bazarê tên pêşandan û piştre pişkinîn ji wan re tê kirin û li gorî wê pişkinînê jî bihayê wan tê diyarkirin.

    Zeyneb Bangora behsa lêkolînên Neteweyên Yekbûyî derbarê tawatên DAIŞê dike û dibêje: `piştî komkirina agahiyan ji welatên Sûriye, Iraq, Urdin û Tirkiyê me ev rapor amade kirye`.

    Herwiha di naveroka wê raporê de hatiye ku `keçên rind û xweşik ji fermandarên pilebilind ên DAIŞê re dibin, heger ew red bikin, pêşkêşî emîrên di bin wan re dikin û piştre dibin koleyên çekdaran.`

    Piştî êrişa DAIŞê li ser Şingalê, ji ber nebûna derfetê, gellek kurdên êzîdî li Şingalê man û ketin destê DAIŞê de. Çekdarên DAIŞê mêr û xortên wan kuştin û kirin gorên komî û keç û jinên wan ji xwe re birin.

    Bi heman mijarî:

    Heta niha nêzî 1700 kurdên êzdî ji dest DAIŞê rizgar bûne
    DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
    Etîketan:
    Îraq, Sûrîye, Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de