01:12 19 Çile 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî li Urdinê gotarekê pêşkêş dike

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Biryar e îro di çarçoveya Korbenda Aboriya Cîhanî ya Behra Mirî de li Urdinê, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotarekê pêşkêş bike.

    Xwendina wê gotara Barzanî li gorî karnameya korbendê, saet 11:45 bi dema Hewlêrê dibe, ku ligel cîgirê serokomarê Iraqê, Eyad Elawî bi hevbeşî dibe, ku tê de wê behsa aştî û aramiyê, herwiha pêşketina Rojhilata Navîn bikin.

    Ew korbend duh dest pê kir û wê heta sibe (23ê Gulanê) li navenda civînan a Şah Husên li qeraxê Deryaya Mirî berdewam bike.

    Tê çaverêkirin ku, jibilî serokê Herêma Kurdistanê, serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî, Şahê Urdinê şah Ebdullah û Serokê Filistînê Mehmûd Ebas jî di korbendê de beşdar bibin.

    Barzanî duh ligel şandeke Herêma Kurdistanê li ser vexwendina fermî ya Şahê Urdinê, Ebdullah bi mebesta beşdariya di Korbenda Aboriya Cîhanî ya Behra Mirî de gih

    Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî û serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê, Fûad Husên di vê serdanê de ligel Barzanî ne û Şahê Urdinê duh bi ala Kurdistanê pêşwazî li wan kir.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî serdana Urdinê dike
    Barzanî: Hûn pişta min bigirin ezê hema îro serxwebûnê ragihînim
    Barzanî: `Amade me serxwebûna Kurdistanê rabigihînim`
    Mesûd Barzanî: ti bûyer nikare rê li ber hewlên ji bo serxwebûna Kurdistanê bigire
    Mesûd Barzanî wê serdana Waşîngtonê bike
    Mesûd Barzanî li gel paertiyên siyasî civiya
    Etîketan:
    Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de