17:36 23 Çile 2017
Zindî
    Alaya Herêma Kurdistanê

    HAK-PAR: Em mîtîngan li dar naxin

    © Flickr/ kurdistan4all
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ragihand, ew ji bo hilbijartinên Tirkiyê mîtîngan li dar naxin.

    Serokê Giştî yê HAK-PARê Fehmî Demîr ji Rûdawê re got, ew li bajarên ku namzedên HAK-PARê hene xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin.

    Demîr anî ziman ku Serokê berê yê HAK-PARê Kemal Burkay jî alîkariyê dide wan û got, HAK-PAR di xebatên xwe yên hilbijartinê de medyaya civakî jî bikar tîne.

    Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) tevlî hilbijartinan nabin. Serokê Giştî yê HAK-PARê li ser vê yekê ku gelo ew her du partî alîkariyê didin HAK-PARê yan na, wiha got: `me ji wan xwest di hilbijartinê de alîkariya me bikin`.

    Di hilbijartinên 7ê Hezîranê yên Tirkiyê de HAK-PAR wek partî beşdar dibe. 


    Etîketan:
    Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de