23:17 22 Çile 2017
Zindî
    Kemal Kerkûkî

    Kemal Kerkûkî: `Serxwebûna Kurdistanê nêz e`

    © Foto: Osman Bashqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 5310

    Kerkûkî dibêje, Îraq dewletekî nexweş e û yekane çare jî dabeşkirina wê ye`. Xefûr Mexmûrî jî tekez dike ku `divê vê carê şansa ragihandina serxwebûnê ji dest nayê berdan`.

    18`ê Gulanê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya. Di civînê de  encamên serdana Barzanî ya bo derveyî welat û pirsa serxwebûna Kurdistanê bûn mijarên sereke.

    Di civînê de Serokê Herêma Kurdistanê ji partî û hêzên siyasî yên Başûr re got: “Eger hûn pişta min bigirin û nakokiyên nav xwe çareser bikin, ezê hema îro serxwebûnê ragihînim”.

    Gelo, Kurdistan ji ragihandina serxwebûnê re amade ye?  Aya, hêzên siyasî yên Kurdistanê bi yekdengî piştgiriya  ragihandina serxwebûnê bidin? 

    Peymanêrê Spûtnîk Kurdistan ê li Hewlêrê  Osman Başqalî  hewil da ku bersiva van pirsan ji sîyasetmedarên kurd werbigre.  

    Yek ji serkirdeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), serokê berê yê parlemnetoya Kurdistanê, fermandeyê Eniya Başûrê Kerkûkê  dr. Kemal Kerkûkî di bersiva vê pirsê de weha axivî:

    Kemal Kerkûkî dibêje: “Mafê serxwebûnê, mafê siruştî ya hemû gelan e.  Em li gorî prensîpên NY tev digerin, ku destnîşankirina çarenûsa hemû gelan wek prensîpeke bingehîn pejirandiye û hemû dewletên endam jî îmze kiriye”. 

    Kerkûkî amaje dike ku Kurdistan di dîrokê de ne bûye beşekî İraqê erebî: “Di encamê Yekemîn Cengê Cîhanê de dewletên serfiraz bi awayekî needaletî Kurdistan xistin nava sînorên Îraqê Ereb. Di dîrokê de her tim dû Îraq hebûye: Îraqê Ereb û Îraqê Ecem. Ji çiyayê Hemrîn jêrtir Îraqê Ereb bûye û jê jortir jî Îraqê Ecem bûye, ku ew der Kurdistan e”. 

    Kemal Kerkûkî tekez dike ku îro mercên bihevrejiyankirina gelên Îraqê êdi ne maye: “Li Îraqê erebên sunnî ti wext qebûl nakin ku  ne kurd ne jî erebên şîe hukmî ser  wan bikin; erebên şîe jî qebûl nakin ku ne kurd û ne jî erebên sunnî hukimî ser wan bikin. Ma çima kurd qebûl bikin ku xelqekî din li ser seranserî  Îraqê, ku bi zilim, bêyî îradeyê kurd hatiye damezrandin, hukim bike?” 

    Kerkûkî tekez dike ku yekane riya çareserkirina krîza Îraqê, dabeşkirina wê ye: “Îro ez nikarim behsa dewleta Îraq bikim, Lewre ne serweriya wî ya ser erdê xwe, ne ji bin erdê xwe maye; ne serweriya wê ya aborî, ne jî ya leşkerî maye ku gelê xwe biparêze. Em çawa dikarin Îraq wek dewletekî serwer binav bikin?  Îraq dewletekî nexweş e û yekane çare jî dabeşkirina wê ye: bila kurd û sunnî û şîe her yek serbixwe bin”. 

    Sîyasetmedarê kevin balê dikşîne ser wê yekê ku îro Kudistan di her hêlê de ji serxwebûnê re amad ye:  

    “Di hêlê navnteweyî de: îro 29 dewlet, hemû endamên Civata Ewlekarî ya NY jî  di nav de, li Hewlêrê balyozxaneya xwe  vekiriye; di warê aborî de Kurdistan roj bi roj pêş dikeve û bi cîranên xwe re peywendiyên xwe xweştir dike û xwe têra xwe dike; di warê leşkerî de jî îro Kurdistan li herêmê yekane hêz e ku bi awayeî serkeftî li hember DAÎŞ`ê disekine û dikare berevaniya hemû erdê xwe bike; di warê dîplomasiyê de: serokê Herêma Kurdistanê li derveyî welêt li gorî protokola serokê dewletên serbixwe tê pêşwazîkirin.Wekî diyar e, zemînê serxwebûna Kurdistanê di her warî de amade ye.  Ew roj jî nêz e û li pêş me ye. Ez nikarim rojek misoger destnîşan bikim, lê Kurdistan  wê bibe Kurdistaneke serbixwe”. 

    Serokê Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê (PYNDK)  Xefûr Mexmûrî, ku ew jî di civînê de amade bû, nêrîna xwe weha anî ziman:

    Xefûr Mexmûrî
    © Foto: Osman Bashqali
    Xefûr Mexmûrî

    Serokê  PYNDK Xefûr Mexmûrî dibêje, divê vê carê şansa serxwebûnê ji dest neyê berdan:

    “ Îro roj roja netewên bindest e. Binêrin, piştî 1991-ê çendîn netewe gihîştine serxwebûna xwe. Em wek neteweyê kurd, du şansên zêrîn ji dst dest dan: yek di sala 1991-ê bû, dema ku me karîbû  ji bo serxwebûna Kurdistanê karekî baş bikin; ya duda jî di sala 2003-yê, dema rûxana rejîma Bees bû, ku Îraq wek dewlet nemabû. Bi resatî kurd deweleta Îraqê ji nû ve ava kir. Li şûna avakirina Îraqê me karîbû dewleta kurdî ava bikira û serxwebûna xwe îlan bikira. Îro roj roja ragihandina serxwebûna Kurdistanê û cudabûna ji Îraqê ye”. 

    Lı gori nêrîna Xefûr Mexmûrî, îro helwêsta hêzên navneteweyî li hember kud û Kuirdistanê erênî ye: “Bi taybetî piştî şerê DAÎŞ”ê, piştî rûdana karesatên mîna Şengal û li deverên din ên Kurdistanê, cîhan pê hesiya ku kurd di bin metirsiyê de ne. Ji aliyeke metriisya DAÎŞ`ê, ji aliyê din jî metrisiya hikumeta Malîkî ya berê û metrisiya hikumeta Ebadî ya îro berdewam e.  Di van mercan de mayîna Kurdistanê di nav Îraqê de pir zehmet e”. 

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Hûn pişta min bigirin ezê hema îro serxwebûnê ragihînim
    Barzanî: `Amade me serxwebûna Kurdistanê rabigihînim`
    Civîna Barzanî bi partiyên siyasî re dest pê kir
    Barzanî: Rayedarên Amerîkayê em piştrast kirin
    Barzanî: Civîna me ligel Obama serkeftî bû
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de