09:55 23 Gulan 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Serxwebûn Projeya Stratejîk

    © Foto: BasNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 85 0 0

    Dr.Bêrîvan Navxoş: Heta em neyêne li ser wê bawerîyê ku Kurdistan êdî bi awayeke mîsoger parastî ye, em nikarin serxwebûnê îlan bikin

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî serdana DYA`yê bi partîyên sîyasî yên Kurdistana Iraqê re civîya û derbarê encamên guftûgoyên bi rayedarên amerîkî re zanyarî dan. Di civînê de piranîya nûnerên partîyan piştgirî dane serxwebûna Kurdistanê. Mesûd Barzanî jî dîyar kir, ku eger ji partîyên sîyasî piştgirîyê bistîne û problemên navneteweyî çareser bibin, dikare serxwebûna Kurdistanê îlan bike. Gotinên Mesûd Barzanî di nav kurdan de deng veda û bi awayeke berfireh hatin piştgirîkirin, lê pozîsyona DYA û Mesûd Barzanî wek berê dimîne, ango serxwebûna Kurdistanê armanca sereke ye, lê ji bo îlankirina wê gereke şertên pêwist bêne sazkirin. Ew yek gelek giring bû, ku pirsa serxwebûna Kurdistanê li Waşîngtonê di dema hevdîtina Mesûd Barzanî ya li Mala Spî de hate gotûbêjkirin û piştî wan guftûgoyan ew pirs êdî ji rojevê dernakeve.

    Gelek kes wisa dihesibînin ku ji bo îlankirina serxwebûna Kurdistanê niha dema herî destdayî ye. Lê, îlankirina serxwebûna Kurdistanê di salên 1992 û 2003`yan de jî hatibû rojevê. Îro em dibînin, ku ji wan salan heta niha rêvebirîya Kurdistanê destkeftîyên mezin dabîn kirin û di salên 1992, 2003 û yan jî 2005`an de îlankirina Kurdistanê bihata ragihandin, belkî ewqas pêşketin nehatiba bidestxistin. Lê, îro rewş ji binî ve hatîye guhertin.

    Kurdistan herêmeke federal a bi rayeyên gelek berfireh e, ku li cîhanê tu herêmeke federal a bi wan rayeyan ve tune ye. Û ew destkeftî hemû bi rêbazên sîyasî û aştîyane ve bi saya ezmûnên mezin ên partîyên sîyasî yên di encamê tekoşîneke demdirêj de rast bi gelek serkeftin û têkçûnan hatinî hatin bidestxistin. Serrokê Herêma Kurdistanê li Waşîngtonê pirsa serxwebûna Kurdistanê anî rojevê û ji amerîkîyan bersîveke wisa wergirt: em mafê kurdan ê serxwebûnê nas dikin, lê niha pirsa sereke têkbirina DAÎŞ`ê ye.

    Gelo rêvebirîya Herêma Kurdistanê dikare li benda wan tiştan nemîne ên li Waşîngtonê hatinî gotûbêjkirin û serxwebûnê îlan bike? Eger pêngaveke wisa bavêje, wateya wê ew e ku xerabûna têkilîyên bi welatên serkêş ên cîhanê û yên herêmê re berbiçav dike, ku ji bo başkirina wan kedeke mezin xerc kir.   Parlamentera Parlamentoya Iraqê ya ji Kurdistanê Dr. Bêrîvan Navxoş nêrînên xwe yên li ser wê mijarê wisa şîrove dike:

    “Bidestxistina serxwebûnê projeya me ya stratejîk e. Ji bo îlankirina serxwebûnê, em hewceyê piştgirîya welatên cînar û welatên ji koma 5+1`ê ne. Eger em wê piştgirîyê dabîn nekin, em nikarin demildest serxwebûnê îlan bikin. Lê, gereke em ``karta rê`` kifş bikin û gav bi gav pêş ve biçin. Wek tê zanîn niha em bi DAÎŞ`ê re di nav rewşa şer de ne. Ji bo serxwebûnê du şertên giring pêwist in: pêbawerî û ewlekarî. Ji me re sînorên pêbawer û ewle pêwist in. Ji me re aborîyeke serbixwe pêwist e. Ji bilî wê jî, gereke referandûma ji bo îlankirina serxwebûnê bête pêkanîn. Gelê Kurdistanê wê bi rêbaza li Skoçyayê hatî sepandin biryara wê yekê bide. Em hewceyê piştgirîya gelê Kurdistanê û yê tewaya gelên herêmê ne. Lê, heta em neyêne li ser wê bawerîyê ku Kurdistan êdî bi awayeke mîsoger parastî ye,  em nikarin serxwebûnê îlan bikin”.

    Kurdistan îro di şerê li dijî DAÎŞ`ê de hem piştgirîya koalîsyona bi serkêşîya DYA`yê werdigre û hem jî ya welatên li derveyê wê koalîsyonê. Ew welat alîkarîya aborî û leşkerî didine Kurdistanê û li ser wê yekê bi israr in, ku Kurdistan di nav Iraqê de parastî be û xwedî hemû mafan be, yên di makezagonê de hatinî destnîşankirin.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî serdana Urdinê dike
    Barzanî: `Amade me serxwebûna Kurdistanê rabigihînim`
    Civîna Barzanî bi partiyên siyasî re dest pê kir
    Barzanî li gel Serokwezîrê Hingariya wê bicive
    PENTAGON- Barzanî ligel wezîr û berpirsên Artêşê civiya
    Barzanî: Civîna me ligel Obama serkeftî bû
    Etîketan:
    Serxwebûn, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de