09:55 23 Gulan 2017
Zindî
    ENKS-Rojava

    Para PDK-Sê û dema kongreya ENKSê diyar

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Kongreya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di 11ê Hezîranê de tê lidarxistin û Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) bi para 4 partiyan beşdar dibe.

    Îro ENKS li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bo amadehiya kongireya xwe ya 3yemîn civiya.

    Endamê Polîtbîroya PDK-Sê, Muhsin Tahir ji Rûdawê re ragihand: `Di civîna îro de biryar hat stendin ku kongreya ENKSê di 11ê Hezîranê de were lidarxistin û endamên kongreyê ji 200 heta 250 kesan pêk bê.`

    Tahir got ku piştî ku endamtiya her yek ji Partiya El-Wehde û El-Partî, herwiha herdu partiyên çep ku bûne yek hat qebûlkirin, niha partiyên ENKSê bûne 9 partî.

    Endamê Polîtbîroya PDK-Sê wiha got: `heger tenê ew 9 partî beşdarî kongreyê bibin û ti partiyên din ji nû ve tevlî ENKSê nebin, wê her yek ji wan partiyan bi 9 kursiyan beşdar bibe. Jibilî PDK-Sê ku wê ew bi tenê bi para 4 partiyan beşdar bibe, herwiha partiyên çep wê herdu bi 10 endaman beşdar bin.`

    Derbarê çawaniya parvekirina kursiyên aliyên serbixwe ligel ciwanan û jinan di kongreyê de, Muhsin Tahir wiha domand: `me % 50 ji endametiya ENKSê ji herêma Cizîrê re diyar kiriye û % 50 jî ji Kobanê, Efrîn û aliyên Kurd li navçeyên din ên Sûriyê re diyar kiriye.

    Tahir herwiha anî ziman ku ji wê rêjeyê ji Kobanê 15 endam û ji Efrînê jî 15 endam wê di kongreyê de beşdar bin.

     

    Bi heman mijarî:

    ENKS çend çalakiyan jibo Mehabadê dike
    ENKS dixwaze Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê `navçeyên tampon` ava bike
    ENKS ligel wezareta Tirkiyeyê civiya
    Ehmed Berekat: ENKS di rewşeke lewaz de jiyan dike.
    Etîketan:
    Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de