06:48 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Ala Amerîkayê

    Amerîka: Em li DAIŞê nedin wê 4 rojan Rojava kontrol bike

    © Sputnik/ Natalya Seliverstova
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Komîteya pêwendiyên derve ya ENKS ligel Balyozê Amerîkayê, Daniel Rubenstein, ku berpirsê dosyaya Sûriyê ye, civiya û di wê hevdîtinê de rewşa Rojavayê Kurdistanê hat behskirin.

    Endamê Komîteya pêwendiyên Derve ya ENKSê û sekreterê Partiya Yekîtî Îbrahîm Biro ji Rûdawê re ragihand: `Me ligel Rubenstein valabûna Rojavayê Kurdistanê ji ber siyaseta ku li wê derê tê meşandin û bi taybet yasaya leşker ya neçar behs kir.`

    Biro wiha got: `Me behsa rewşa Sûriyê kiriye û ji Rubenstein re gotine ku federalî baştirîn çareserî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê.`

    Îbrahîm Biro wiha domand: `Rubenstein ji me re tekez kir ku balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi serokatiya Amerîkayê bi tundî êrîşî ser navendên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê dikin û heger ew êriş tenê 4 rojan rawestin, DAIŞ wê piraniya navçeyên Rojava kontrol bike.`

    Sibe Komîteya pêwendiyên Derve ya ENKSê diçe Cenêvê û biryar e roja Înê ligel şanderê navdewletî ji bo Sûriyê Staffan De Mistura bicive.

    Tevî ku ENKSê beşek ji Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê ye, lê vexwendina şandeke serbixwe ji tevgera siyasî ya rojavayê Kurdistanê ji aliyê De Mistura ve, bi dîtina hinek çavdêr û şopîneran nîşana giringiya pêgehê û rola kurd li Sûriyê ye.


    Bi heman mijarî:

    ENKS çend çalakiyan jibo Mehabadê dike
    ENKS dixwaze Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê `navçeyên tampon` ava bike
    ENKS ligel wezareta Tirkiyeyê civiya
    Ehmed Berekat: ENKS di rewşeke lewaz de jiyan dike.
    Etîketan:
    Kurdista, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de