16:52 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Kerkûk, Başûrê Kurdistan

    Eniya Tirkmenî: `Divê hêzên çekdarî yên tirkmenan jî hebe`

    © Foto: BasNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 21 0 0

    Eniya Tirkmenî ya Iraqê ku çend partên syasî li xwe digre û baregahê serekî li bajarê Kerkukê ye daxwaza hêzeke taybet a Tirkmanî bo parastna gelê Tirkmen li navçeyên Kerkukê dike.

    Di vê mijarê de peymanêrê Spûtnîk Kurdistan Osman Başqalî li gel endamê serkrdatya Enya Tirkmanî ya Iraqî Aydin Merûf  û  serokê Partya Niştîmaniya Tirkmanî li Kerkukê  Isam Terzîbaşî hevpeyvîn pêk anî:

    Aydin Merûf endamê serkrdatIya Enya Tirkmenî ya Iraqê  dibêje,  ji ber ku di dema derbasbuyî de gelê Tirkmen li Îraqê wekî pêwîst nehatye parastin ji îrşên terorstan, bi taybetî li navçeya Tel Efer û Kerkukê, me weku Eniya Tirkmenî daxwaz ji Hikumeta Iraqê kirye rê bide û alîkar be, da ku hêzekî taybet ji tirkmenan  bê sazkirin.

    Ayndin Merûf tekez dike ku sazkirina hêza tirkmenî dijî destûra Iraqê nîne, ji ber ku hêza şîeyan Heşdî Şebî heye û hêza niştîman ya sunneyan heye û şebek û mesîhyan jî hêza xwe di nêv wezareta Pêşmerge de heye, em jî dixazin gelê  tirkmen wek wan hêza xwe hebe.

    Endamê rêveberiya Enya Tirkmen amaje dike, li Kerkukê metirsyek mezin li ser gelê Tirkmen heye: “Berî niha piranya xelkê Kerkukê tirkmen bûn, lê niha ber bi kîmbûnê diçin û dibin kêmnetewe. Serkirdayetiya  herêma Kurdistanê ta niha gelê tirkmen li Kerkukê weku pêkhateya herî serekî li berçav negirtye. Bo nimûne, tu posteka weha girîng bi nunerên Tirkmenan nedaye û partiyên syasî yên kurd hewla rêgirtnê jî diden”.

    Aydin Merûf dibêje, ta niha ne hikumeta Iraqa fedral û ne jî hikumeta Herêma Kurdistanê tu helwîstek ron û eşekere nine, ka ew qaîl in bi wê daxwaziyê, yan jî na.

    Di hemberê de Serokê partya Niştîmaniya Tirkmenî li Kerkukê Îsam Terzîbaşî ragehand, ku partiya wî li gel daxwaza Enya Tirkmenî nîne û bi baweriya wan, tu metrsî li ser gelê Tirkmen li Kerkukê nîne û divê  wan mil bi milê hêza pêşmergeyên Kurdistanê Kerkukê biparêzin, ji xwe hêza pêşmerge ta niha tev pêkhate û netewe û mezhebên  li navçeyên Kerkukê parastîne.

    Bi heman mijarî:

    Kerkûk – Komek çekdarên DAIŞê hatin girtin
    Kerkûk – 20 pêşmergeyên amerîkî şerê DAIŞê dikin
    Kerkûk- Hêzên Pêşmerge armanca xwe bi cîh anîn
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de