09:36 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Kerkûk

    Kerkûk – Komek çekdarên DAIŞê hatin girtin

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Li bajarê Kerkûkê, 4 çekdarên DAIŞê ku dixwestin li nav bajêr de teqînan pêk bînin, hatin girtin.

    Îro li bajarê Kerkûkê 5 çekdarên DAIŞê hatin girtin.

    Li ser çawaniya girtina wan, rêveberê polîsên bajarok û deverên derdora Kerkûkê, Serhed Qadir ji Rûdawê re got ku berya du rojan me hinek çekdarên DAIŞê girtibûn. Wan çekdaran di îfadeyên xwe de gotibûn ku komek çekdarên din jî li nav Kerkûkê ne. Piştî komkirina agahiyên hûr li ser wan, me ew jî girtin.

    Serhed Qadir da zanîn, yên ku hatine girtin hemû ereb in û got, dema hatin girtin hinek bombe û teqemenî bi wan re bûn û dixwestin li nav Kerkûkê de teqînan bikin.

    Li gorî agahiyên Qadir, wan çekdarên DAIŞê gotibûn ku ew beriya DAIŞê di nav El Qaîdê de bûne û wê demê jî li devera Hewîce ya Kerkûkê êrişî navendên polîsên Iraqê dikirin.

    Rêveberê polîsên bajarok û deverên derdora Kerkûkê anî ziman ku piştî girtina wan çekdarên DAIŞê, çekdarekî din ê DAIŞê teslîmî hêzên polîs bû. 


    Bi heman mijarî:

    Kerkûk – 20 pêşmergeyên amerîkî şerê DAIŞê dikin
    Kerkûk- Hêzên Pêşmerge armanca xwe bi cîh anîn
    Etîketan:
    Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de