03:43 27 Gulan 2017
Zindî
    Perlamentoya Kurdistanê

    Komîteya amadekirina destûra Kurdistanê hat pesendkirin

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Parlamentoya Kurdistanê komîteya amadekirina destûra Başûrê Kurdistanê pesend kir.

    Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya îro de ew navên ku ji aliyê partiyên siyasî ve ji bo komîteya amadekirina destûrê hatibûn pêşniyarkirin, pesend kir.

    Hat gotin ku tenê endamekî komîteyê nehatiye destnîşankirin. Komîte ji 21 kesan pêk tê.

    Kursiyên komîteya amadekirina destûra Başûrê Kurdistanê bi vî rengî li ser partiyan hatine parvekirin:

    PDK: 7

    YNK: 4

    Gorran: 4

    Yekgirtû: 2

    Komel: 1

    Tirkmen: 1

    Mesîhî: 1

    Hat gotin ku ew kursiya ku maye wê bidin partiyên Şûî, Bizava Îslamî, Arasteya Sêyem û Sosyalîst lê wan partiyan gotine, ew wê kursiyê naxwazin.

    Komîteya han divê di nav 90 rojî de destûrê amade bike, lê heger nikaribe di wê heyamê de karê xwe xilas bike wê çaxê parlemanto dikare dema wê dirêj bike.


    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Kurdistanê tevlî konferansa Kobanî dibe
    Etîketan:
    Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de