08:03 25 Gulan 2017
Zindî
    Artêşa Tîrkîye û YPG

    Qamişlo Navendeke leşkerî ya YPGê rastî êrişa xwekujî hat

    © AP Photo/ Lefteris Pitarakis
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Li bajarokê Çilaxa yê girêdayî parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, êrişeke xwekujî pêk hat û di encamê de 2 pasewan birîndar bûn. Rêveberekî asayişê jî dibêje, xwekuj welatiyê Erebistana Siûdî ye.

    Li gor agahiyên  Rûdawê, 2 çekdaran îro êrişî navenda leşkeriya bi zorê ya bajarokê Çilaxa kirin. Di êrişê de çekdarekî li pêşiya navenda leşkeriya bi zorê xwe teqand û di encamê de 2 nobedarên wê navendê birîndar bûn.

    Wek Rûdaw radighîne, çekdarê din reviyaye û niha hêzên asayişê li nav bajêr li wî digerin.

    Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, ji ber wê êrişa xwekujî, hêzên asayişê li Çilaxa ketine alarmê û bazar jî bi temamî hatiye girtin.

    Rûdaw li ser zarê berpirsekî asayişa Çilaxa got ku çekdarê ku xwe teqandiye nasnameyeke Siûdî pê re bû.

    Navenda leşkeriya bi zorê ya bajarokê Çilaxa dikeve ser rêya giştî ya bajêr.

    Bi heman mijarî:

    YPG: 7 gund hatin rizgarkirin
    YPG: Li Cizîr û Kobanê 80 çete hatine kuştin
    YPG 4 emîrên DAIŞê kuştin
    Etîketan:
    Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de