18:36 27 Gulan 2017
Zindî
    YPG

    Kobanî Şervanên YPGê derbasî nav “wîlayet”a DAIŞê bûn

    © Foto: © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Li rojhilatê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê komek gund ji aliyê hêzên YPG û Volkana Ferat ve ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin.

    Li gor zanyariyên Rûdawê, li herêma Til Ebyed, sê gundên din ji aliyê şervanên Odeya Operesiyonên Volkana Ferat ve bi piştevaniya balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî hatin rizgarkirin. Gundên ku duh hatin stendin jî evin:  Koşkar, Şewitî û Bîr Hisên.

    Her wiha Rûdaw ragihand ku duh li başûrê Kobanê jî şervanên YPGê û hêzên Volkana Ferat li gundê Cebariyê êrişî çekdarên DAIŞê kirin.

    Li gorî agahiyên Rûdawê, li aliyên rojava û başûrê Kobanê şer nemaye, lê li rojhilatê bajêr li 2 eniyan şer heye; eniyek 55 km dûrî bajarê Kobanê ye û li herêma Til Ebyedê ye û eniya din jî li ser rêya Heleb û Reqayê ye û 70 km dûrî Kobanê ye.

    Li gor agahiyên Rûdawê, şervanên YPGê û Volkana Feratê derbasî nav parêzgeha Reqayê ya Sûriyê bûne û bi çekdarên DAIŞê re şer dikin.

    Parêzgeha Reqayê ji par ve di destê DAIŞê de ye û ji aliyê wê rêxistinê ve wek “wîlayet”ek “dewleta îslamî” tê binavkirin.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Li Cizîr û Kobanê 80 çete hatine kuştin
    Li Amedê Konferansa Jinûveavakirina Kobanê birêve çû
    Serokatiya Parlementoya Kurdistanê serdana Kobanê dike
    75 hezar penaber vegeriyan Kobanê
    Mamosteyên Kobanê alîkarî dixwazin
    Dezgeha Barzanî nîv milyon dolarî bo Kobanê xerç dike
    Ji ber “BKS”yekê Tirkiyê nahêle Pêşmerge ji Kobanê vegerin
    Li Kobanê 4 gundên din rizgar bûn
    Li Kobanê û Hesekê 19 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Kobanê: Qirkirina DAIŞê û azadkirina 332 gundan
    Kobanê- Xelk naxwazin ku malên wan bibin mûze
    Kobanê- Li başûr tenê 2 xal û gundek mane
    Li Kobanê xendek tên kolandin
    Li Kobanê heta niha 100 ton teqemenî hatiye bêzirarkirin
    Etîketan:
    Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de