14:50 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Parlamentoya Herêma Kurdistanê

    Parlamento: Bila hêzên siyasî bibin yek

    © Flickr/ Kurdistan Parliament
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê daxwaza yekrêziyê ji aliyên siyasî yên Kurdistanê dike, ji ber ku niha navçe di nava guhertinên mezin re derbas dibe.

    Serokatiya Parlamentoyê îro bi helkefta salvegera yekemîn xula hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê (19ê Gulana 1992) peyamek belav kir.

    Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku `em bihêvîne ku parlamento di vê xuleyê de zêdetir aktîv bibe û bibe malek ne tenê bo xelkê Başûr, lê bo hemû kurdên perçeyên din ên Kurdistanê.`

    Her weha di daxuyaniya parlamentoyê de tê gotin ku `hilbijartina yekem xula  parlamentoyê pêngavek bo danîna bingeha dewletê li Herêma Kurdistanê bû.`

    Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê wiha domand: `niha divê hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê yekrêziya xwe biparêzin û berjewendiya welatê xwe di ser her berjewendiyeke partîtî de bigirin, ji ber ku niha navçe di nava guhertinên mezin re derbas dibe.`

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Kurdistanê tevlî konferansa Kobanî dibe
    Etîketan:
    Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de