14:49 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Pêşmerge - Mûsil Operasyon

    Li Şingalê 2000 çekdarên DAIŞê hatine kuştin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    DAIŞ li Şingalê xendeq û tunelan dikole, fermandarekî Pêşmerge jî hejmara kuştiyên DAIŞê li wê eniyê aşkere dike.

    Berpirsê Eniya Şingalê Izedîn Sindî îro, 19ê Gulanê, ji heftenameya Bas re ragihand ku jibo rêgirîkirin û astengkirina êrîşên Pêşmergeyên Kurdistanê, çekdarên rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) li Şingalê tonelek dirêj dikolin.

    Izedîn Sindî diyar kir ku roj bi roj êrîşên çekdarên DAIŞê kêm dibin, vê yekê jî bo du sedeman vedgreîne, —`sedema yekem ewe ku, li gor zanyariyên me, niha bi mebesta pêşgirtin li Pêşmergeyan, çekdarên DAIŞê tonelek dirêj dikolin (…). Sedema duyem jî ewe ku kolandina xendeqê û naylon û petrol li rûberekê rijandine, ev jî jibo ku rê li pêşdeçûnên Pêşmergeyan bigrin û nehêlin ku firokeyên şer bi hûrî bighin armancên xwe.`

    Ji aliyê xwe ve, Feramndarê Pêşmergeyên Êzdî, Mehma Xelîl ji Bas re ragihand ku `Şingal bo DAIŞê ji hemû eniyên din girîngtir e, ew jî bi sedema nêzîkbûna wê ji Sûriyê, hevdem daku berjewendiyên xwe yên aborî biparêze.`

    Derbarê hejmara kuştiyên DAIŞê de Mehma Xelîl got ku `li gor zanyariyên îstixbaratî, di 8 mehên borî de nêzîk 2 hezar çekdarên DAIŞ li Şingalê hatine kuştin.`

    Navborî amaje bi wê yekê jî kir ku di wê heyamê de çekdarên DAIŞê `500`carî êrîşî ser pêgehên Pêşmergeyan kirine, lê hemû hatin pûçkirin.

    Bi heman mijarî:

    Şingal – bikêmanî 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    ŞINGAL- Di nava 24 saetan de 16 xanî teqandine
    ŞINGAL- Şerê kolanan
    Şingal- Pêşmerge û YPGê li wan dixin
    Etîketan:
    Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de