12:57 20 Çile 2017
Zindî
    Rêûresma danasîna pirtûka `Welatê Efsaneyan`

    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike

    © Foto: Osman Bashqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3510

    Berya çend rojan şandeka rûsî serdana Herêma Kurdistanê kir.

    Nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê Mikhail Bogdanov, Serokê Kompaniyaya Gazprom Alexander Djokov û Cîgirê Wezîrê Enerjiya wî welatî berya çend rojan serdana Kurdistanê kirin û ligel rayedaran civiyan.

    Çavkaniyeke taybet ji heftenameya BasNews re ragihand ku piştî wan destkeftên ku Herêma Kurdistanê bidestxistine û nêzîkbûna wê ji destkeftên netewyî, Rûsya naxwaze ji navçeyê dûr bibe û Kurdistanê ji welatên rojava re bihêle.

    Şanda Rûsyayê ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî civiya. Bogdanov di wê civînê de  ragihand ku mebest ji vê serdana wan ew e ku peywendiyên Moskow û Hewlêrê di warên cuda de bihêztir bikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Rûsya, Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de