19:13 25 Gulan 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî: Hûn pişta min bigirin ezê hema îro serxwebûnê ragihînim

    © Foto: BasNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê duh (18ê mehê) li devera Pîrmamê ya Hewlêrê li ser serdana xwe ya Amerîka û Ewropayê her wiha rewşa dawî ya Kurdistan û Iraqê bi rayedar û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re civiya.

    Rêberê Bizava Îslamî ya Kurdistanê Irfan Elî Ebdulezîz li ser naveroka civînê ji Rûdawê re ragihand  ku `civîn pir baş bû. Me di civînê de behs kir ku divê amadekarî ji bo referandomê were kirin`.

    Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Ferec jî li ser civînê ji Rûdawê re ragihand ku di civînê de hat gotin ku ew rêya ku niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê daye pêşiya xwe rast e çimkî hikûmet bi rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ve girêdayî bûye.

    Ferec anî ziman ku di civînê de her wiha hat gotin ku ew siyaseta Kurdistanê wê bidome heta ku hikûmeta Iraqê neçar bimîne guh bide daxwaziyên gelê Kurdistanê.

    Li gorî agahiyên Rûdawê, Barzanî di civînê de ji partiyên siyasî re ragihandibû ku `heger hûn pişta min bigirin û nakokiyên nav xwe çareser bikin, ezê hema îro serxwebûnê ragihînim.

    Bi heman mijarî:

    Mesûd Barzanî: ti bûyer nikare rê li ber hewlên ji bo serxwebûna Kurdistanê bigire
    Mesûd Barzanî wê serdana Waşîngtonê bike
    Mesûd Barzanî li gel paertiyên siyasî civiya
    Etîketan:
    Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de