18:15 29 Gulan 2017
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî di rêûresma danasîna pirtûka `Welatê Efsaneyan` de diaxive

    Gazpromê pirtûka `Welatê Efsanyan` pêşkêşî gelê Kurdistanê kir

    © Foto: Osman Bashqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 6320

    Li Hewlêrê rêûresma nasandina pirtûka `Welatê Efsaneyan. Çanda kurdî bi çavê lêkolînerên rûs`, ku ji aliya şîrketa rûsî Gazprom Neft ve hatiye amadekirin, birêve çû.

    Di rêûresmê de serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî  û serokwezîr Nêşrîvan Barzanî û ji aliya Rûsyayê jî şandeke bi serperiştiya  cîgirê wezîrê karên derve ya Rûsyayê  û nûnerê taybet ê  serokê Rûsyayê li Rojhilata Navîn Mîxaîl Bogdanov amade bûn.

    Peyamnêrê Spûtnîk Kurdistan Osman Başqalî ji Hewlêrê radigihîne:

    Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvanî Barzanî di civînê de peyvek pêş kêş kir û amaje kir, ku lidarxistina vê rêûresmê  nîşana wê yekê ku Rûsya û Kurdistan dixwazin li ser peywendyên xwe berdewam bin, bi taybetî di warê ferheng û kiltûrê de, ji ber ku ferheng zimanê hemû  gelan e.

    Nêşîrvan Barzanî ji navê gelê kurd sipasya alyên amadekirina pirtûka `Welatê Efsaneyan`,  nemaze kompanya Gazprom kir û got: `Eger bi awayekî giştî Ewrupa cihê rojhelatnasiyê be, Rûsya cihê kurdnasiyê ye.  Peywendyan di nêvbera kurd û Rusyayê de kevnar in. Şehnazya me ye ku beriya sed salan rojhelatnasekê wekî Mînoroskî kurd ji nêz ve nas kirine û behsa wan kirye. Îro tev rewşenbîrên kurda Mînoroskî wek dîplomat û kurdologek nas dikin`.

    Rêûresma danasîna pirtûka `Welatê Efsaneyan`
    © Foto: Osman Bashqali
    Rêûresma danasîna pirtûka `Welatê Efsaneyan`

    Nêçîrvan Barzanî   peywendyên dîrokî yên di navbera Kurdistan û Rûsyayê de bi girîng dan zanîn û got: `Emê wê peywendiyê biparêzîn û ji bona berjewendya her du gelên kurd û Rûsya di warê syasî û aborî û çandî de bêtir dê xurit û bihêz bikin`.

    Hat ragihandin, ku nunerê serokê Rûsyayê Mîxayîl Bogdanov li gel serokê Herêma Kurdstanê Mesûd Barzanî û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hevdîtin lidar xistin û serok Barzanî ji bo beşdarîkirina di Forûma Aborya Cîhanî vexandiye Rûsyayê. Forûma navborê wê  18-20-ê gulanê li bajarê Sant Petersbûrgê  bê li darxistin.

    Etîketan:
    Rûsya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de