09:35 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî: `Amade me serxwebûna Kurdistanê rabigihînim`

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3710

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro, 18 Gulanê, ligel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya, encamên serdana Barzanî ya bo derveyî welat û pirsa serxwebûna Kurdistanê mijarên civînê bûn.

    Parlementera Tirkmen li Parlementoya Kurdistanê Muna Qehwecî, ku beşdarî civînê bibû, ji BasNewsê re ragihand ku `di civînê de biryar hat dayîn ku aliyên siyasî beramber helwestên Bexadyê û birîna qûtê xelkê yek helwest bin û amade bin jî ku careke din aliyên kurdî ji bo danûstandinan serdana Bexdayê bikin`.

    Derbarê serxwebûna Kurdistanê de jî, Muna diyar kir ku Barzanî di civînê de got ku `amade me hemû pêşhatekê bigrime stûyê xwe dema ragihandina dewleta Kurdistanê, lê aliyên siyasî jî gerek piştgiriyê bikin û di dema her arîşeyekê de muzayedeyê nekin.`

    Derbarê hewelsta Amerîka û welatên Eworpî ji serxwebûna kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyên siyasî re ragihandiye ku `wan bi awayekî rasterast piştgiriya me nekiriye, lê ji min re ragihandin ku ew li dijî me ranawestin.`

    Bi heman mijarî:

    Mesûd Barzanî: ti bûyer nikare rê li ber hewlên ji bo serxwebûna Kurdistanê bigire
    Mesûd Barzanî wê serdana Waşîngtonê bike
    Mesûd Barzanî li gel paertiyên siyasî civiya
    Etîketan:
    Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de