06:48 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Hewlêr, Kurdistan

    Li Hewlêrê 6 endamên kurd ên DAIŞê hatin girtin

    © Foto: Osman Bashqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê eşkere kir ku li bajarê Hewlêrê 6 çekdarên DAIŞê hatine girtin û hemû kurd in.

    Encumena Asayişê îro di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku komeke terorîstî ya DAIŞê li bajarê Hewlêrê hatiye girtin û hemû planên wê komê hatine pûçkirin.

    Di daxuyaniyê de hatiye ziman ku ew kom ji 6 kesan pêk tê û hemû jî kurd in û xelkê Hewlêrê ne. 

    Wek daxuyaniya asayişê diyar dike, `wan terorîstan li sûcên xwe mukir hatine û gotine ku li mizgeftan de bi hizra radîkaltiyê hatine perwerdekirin û tevlî DAIŞê bûne. DAIŞê jî ji wan re gotiye li bajarê Hewlêrê êrişên terorîstî bikin.`

    Li gorî daxuyaniya Encumena Asayişê, wan endamên DAIŞê 18 bombe amade kiribûn ji bo ku li nav bajêr biteqînin.

    Encumena Asayişê her wiha ragihandiye ku ew spasiya wan welatiyan dikin ku di girtina wan endamên DAIŞê de alîkariya hêzên ewlehiyê kirine ku hinek ji wan xizmên tohmetbaran in jî.

    Bi heman mijarî:

    DAÎŞ û El-Qaîde projeyên DYA`yê ne
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
    DAÎŞ`ê Îtalya kir hedef?
    Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
    DAÎŞ û Talîbanê li dijî hev şer îlan kirin
    4 jin û 4 zarok rizgar ji destê DAÎŞ bûn
    Termên 27 çekdarên DAÎŞ li gundê derdora Tel-tamirê hatin dîtin
    Etîketan:
    Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de