06:50 24 Cotmeh 2017
Zindî
    -Qada Azadiyê - Tehran - Îran

    PDKa Rojhilat: Di bûyerên Mehabadê de şewitandina hotêlê şaştî bû

    © AP Photo/ / Ebrahim Noroozi
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKa Rojhilat) Xalid Ezîzî li ser bûyerên vê dawiyê yên Mehabadê diyar kir ku şewitandina hotêlê şaştî bû û da zanîn ku rayedarên Amerîka li ser bûyerên Mehabadê bi wan re hevdîtin kirin.

    Roja 7ê vê mehê li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, xwepêşandanek li dijî mirina bi guman a keça kurd Ferînaz Xusrewanî hatibû lidarxistin.

    Xwepêşanderên ku ji ber îdaiya ku Ferînazê ji tirsa destdirêjiya sîxurekî Îranê xwe di qata çaremîn a Hotêl Tara de avêtiye û xwe kuştiye hêrs bibûn, êrişî hotêlê kiribûn û agir berdabûnê. Xwepêşandan rastî êrişa hêzên ewlehiyê hatibû û di bûyeran de herî kêm 27 kes birîndar bibûn.

    Sekreterê PDKa Rojhilat Xalid Ezîzî li ser van bûyeran ji Rûdawê re diyar kir ku bûyera mirina Ferînaz Xusrewanî bûyerk civakî bû, lê paşê bû siyasî.

    Xalid Ezîzî got ku şewitandina hotêlê karekî şaş bû û wiha anî ziman: `Rayedarên Îranê dikarîbûn pêşiya vê yekê bigirin, lê wisa nekirin û bi enqest xelk tehrîk kirin ku êrişî hotêlê bikin. Çimkî dixwestin wêneyek kirêt ji gelê kurd nîşan bidin`.

    Ezîzî destnîşan kir ku dema rayedarên Îranê zanîn ku xwepêşandana Mehabadê mezin dibe û wê derbasî bajarên din ên Rojhilat bibe, hêzên xwe paşde kişandin ji bo ku bi wê yekê propaganda bikin.

    Sekreterê PDKê eşkere kir ku piştî bûyerên Mehabadê komek rayedarên konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê bi wan re hevdîtin pêk anîne û li ser aloziyên Mehabadê agahî ji wan standine.

    Xalid Ezîzî got ku wan di wê civînê de behsa şerê çekdarî û wergirtina alîkariyan nekirine.

    Bi heman mijarî:

    Ji Brukselê banga xwedîderketina li berxwedana Mahabad
    Etîketan:
    Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de