08:37 26 Gulan 2017
Zindî
    Alaya HDP

    Di avahiyên HDPê de teqîn çêbû

    © Foto: Gulnush Ergul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Li bajarên Edene û Mersînê yên Tirkiyê, di avahiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de teqîn çêbûn, di bûyeran de 3 kes birîndar bûn.

    Îro derdora saet 10:00 li bajarên Edene û Mersînê di nav avahiyên HDPê de teqîn çêbûn.

    Rêveberê Asayişa Mersînê Rahîm Baştûg ragihand ku di xwaringeha avahiya HDPê de teqîn çêbûye, lê ti kes ji ber wê bûyerê ne hatiye kuştin.

    Li gor ragihandinan, di wê saetê de li avahiya HDPê ya Edeneyê jî teqîn çêbûye û 3 kes birîndar bûne. Yek ji birîndaran berpirsê HDPê li navçeya Seyhanê ye. Li gor gotinan, rewşa birîndaran başe. 

    Li gorî agahiyên ku ji aliyê HDPê ve hatine ragihandin, di avahiya HDPê ya Edeneyê de pakêtek ku bi rêya kargoyê hatiye şandin û gul tê de bûn, teqiyaye. Li avahiya Mersînê jî pakêta ku duh hatibû şandin û gul tê de bûn, teqiyaye.

    Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş gerek îro li Mersînê tevlî mîtînga partiya xwe biba.

    Bi heman mijarî:

    Feleknas Uca:’HDP ji tifaqek ji hemû Kurdîstaniya ava bûye’
    Beşikçî: Tişta HDP bo Filistînê dixwaze divê bo kurdan jî bixwaze
    Li Stembolê alên HDP'ê hatin şewitandin
    HDP: Wê nikaribin me rawestînin
    Navenda Giştî ya HDP’ê rastî êrîşa çekdarî hat
    Demîrtaş: Mîsyona HDP'ê baş bê vegotin, pirsgirêka bendê namîne
    Etîketan:
    Kurdista, TIrkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de