11:08 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Artêşa Îraqê

    Şîeyên Îraqê gef li kurdan dixwin

    © AFP 2017/ HAIDAR HAMDANI
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Nûnerê Şieyan ê li parlamentoya Îraqê Zahîr Abadî ragihand, ku eger Barzanî daxwaza serxwebûnê bike, wê ew jî hêzên mîlîseyên şîeyan `Heşda Şeibî` bişînin ber bi Kerkûk û Hewlêrê.

    Endamê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîe di perlementoya Îraqê  de Zahîr Ebadî  ragihand ku eger hat û Serokê Herêma Kurdistanê  Mesûd Barzanî  behsa cudabûnê bike, ew dê Heşda Şeibî bişînin Kurdistanê. Abadî her di heman demê de gefan xwar ku, wê Heşda Şeibî ber bi Hewlêr û Kerkûkê ve bişînin. 

    Berdevkê Tevgera Islamiya Kurdistanê Abdûlla Wertî ji BasNews re ragihan: “Gefan bi Heşda Şeibî li me dikin, bi êrîşkirina li ser Hwelêr û Kerkûk bo çi naçin Rûmadî azad nakin? Ji ber bîroka gotûbêjkirinê li Bexdayê nemaye û helwêsta geflêxwarin û cavsoriyê diyar dike ku em nikarin têkilî li Bexdayê bikin û diyar dibe jî ku tawanên ku Heşda Şeibî pê radibe, ne kêmî tawanên çekdarên DAIŞê ne”.

    Bi heman mijarî:

    Balyozê Amerîka li Îraqê: Me çek ji Hewlêrê re şandin
    Etîketan:
    Îraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de