12:55 20 Çile 2017
Zindî
    Operasyona YPG`ê

    Girê Spî- DAIŞ xwe ji revê re amade dike

    © REUTERS/ Rodi Said
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Hêzên kurdî bi piştevaniya hêzên Artêşa Azad a Sûriyê li nêzîk bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê pêşve diçin. Herwiha çekdarên DAIŞê li wir xwe ji revê re amade dike.

    Ofîsa ragihandinê ya hêza Burkan el-Furatê di daxuyaniyekê deragihand: “Hêzên Burkan el-Furatê, ku ji hêza YPG û Artêşa Azad pêk tê, çend gund li bajarokê Girê Spî yê parêzgeha Reqayê kontrol kirin, ji wan gundan jî Bîr Nasir û derdora wê.”

    Hêza Burkan el-Furatê wiha got: “Hêzên kurdî û Artêşa Azad a Sûriyê niha jî pêşve diçin.”

    Li gorî heman daxuyaniyê, “Çekdarên DAIŞê li gundên rojavayê Girê Spî xaniyên welatiyan diteqînin û xwe ji vekişandinê re amade dikin.”

    Tê zanîn ku piştî 2 salan ji kontrolkirina Girê Spî ji aliyê DAIŞê ve, niha hêza YPGê û bi piştevaniya Artêşa Azad wê deverê kontrol dikin û nêzîkî Girê Spî dibin.

    Herwiha tê zanîn jî, çend yekîneyên Artêşa Azad ligel Yekîneyên Parastina Gel (YPG) odeya operasyonên hevbeş bi navê Burkan el-Furat pêk anîn.

    Etîketan:
    Operasyon, YPG, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de