06:52 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Mesûd Barzani

    Zahîr Abadî: Heger Barzanî daxwaza Serxwebûnê bike, wê Heşida Şabî bersivê bide

    © AP Photo/ Carolyn Kaster
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Berdevkê Tevgera Islamiya Kurdistanê amaje bi wê yekê dike ku, hîna jî hişmendiya partiya Bass Îraqê birêve dibe û gefan li Herêma Kurdistanê dixwe.

    Endamê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîaa di perlementoya Îraqê “Zahîr Ebadî” ragihand: heger hat û Serokê Herêma Kurdistanê “Mesûd Barzanî” gefan li Bexdayê bixwe û behsa cudabûnê bike, ew dê Heşda Şeibî bişînin Kurdistanê, di heman demê de gefxan dide ku, wê Heşda Şeibî ber bi Hewlêr û Kerkûkê ve bişîne.

    Berdevkê Tevgera Islamiya Kurdistanê “Ebdela Wertî” ji BasNews re ragihand: “Mixabin bi sedema helwêstên tund yê aliyên siyasiyên Îraqê Îro 16 Gulanê aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê civiyan û hemi yekdeng bûn derbarê nepêbendkirina Îraqê  bi rêkeftinên li gel Herêma Kurdistanê û di heman demê de jî Bexda ji şikestina xwe di şerê li dijî DAIŞê de û aloziyên Emnî û Aborî direve û got jî: “Di asta nêvdewletî de Herêma Kurdistanê pêşveçûnek baş bidest xistiye, vê jî hinek aliyê Îraqî tûşî hîstîriya kirine”

    Herwiha got jî: “Gefan bi Heşda Şeibî li me dikin, bi êrîşkirina li ser Hwelêr û Kerkûk bo çi naçin Rûmadî azadnakin? Ji ber bîroka gotûbêjkirinê li Bexdayê nemaye û helwêsta geflêxwarin û cavsoriyê diyar dike ku em nikarin têkilî li Bexdayê bikin û diyar dibe jî ku tawanên ku Heşda Şeibî pê radibe, ne kêmî tawanên çekdarên DAIŞê ne”

    Bi heman mijarî:

    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Rûsya çekan dide Iraq û Sûriyê
    Peywendiyên Kurdistan û DYA di berzbûnê de ye
    Etîketan:
    Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de