17:43 23 Çile 2017
Zindî
    Suriye

    Keçek êzîdî di operasyona Amerîkayê de rizgar

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Hêzên taybetî yên Amerîkayê di operasyoneke taybet de li Sûriyê serkirdeyê DAIŞê yê bi navê Ebû Seyaf kuştin û jina wî girtin. Herwiha di wê operasyonê de keçek ji Kurdên êzîdî rizgar bû.

    Li ser fermana Serokê Amerîka Barack Obama, duhî hêzeke Amerîkî taybet li Sûriyê operasyoneke taybet pêk anîn û di wê operasyonê de, serkirdeyê DAIŞê yê bi navê Ebû Seyaf hat kuştin û hevjîna wî girtin.

    Encumena Ewlehiyê ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand: "Bi fermana Obama, hêzeke amerîkî taybet li navçeya Umer a rojhilatê Sûriyê operasyonek bo girtina serkirdeyê DAIŞê yê bi navê Ebû Seyaf û hevjîna wî.”

    Li gorî wê daxuyaniyê, “Ebû Seyaf hat kuştin û hevjîna wî jî girtin. Herwiha keçek ji kurdên êzîdî jî di operasyonê de hat rizgarkirin. Hêzên me bê ziyan vegeriyan.”

    Ebû Seyaf yek ji serkirdeyên DAIŞê û serperiştiya petrol û xazê û dahata wê rêxistinê dikir û hevjîna wî rolek di girtina keç û jinên kurdên êzîdî de.

    Li gorî heman daxuyaniyê, “Haya Hikûmeta Iraqê ji wê operasyonê hebû  û ew keça kurda êzîdî jî dê di demeke nêzîk de vegere nav malbata xwe.”

    Hikûmeta Sûriyê ew nûçe piştrast kir û kuştina Ebû Seyaf ligel 40 çekdarên din ên DAIŞê ragihand.

    Etîketan:
    operasyon, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de