16:19 21 Çile 2017
Zindî
    Pêşmerge - operasyon - Mûsil

    Serokerkanê Pêşmerge bersiva Qereylan dide

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3510

    Serokerkanê Pêşmergeyên Kurdistanê radighîne ku “plan û stratejiya” wan a taybet bo azadkirina Şingalê heye û “pêwîst nake kesekî din rêya azadkirina Şingalê” bo wan “destnîşan” bike.

    Pêr, 14ê Gulanê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Parastina Gel (HPG) Murad Qereylan gotibû ku “plana” hêzên Başûrê Kurdistanê ji bo azadkirina Şingalê nîne, gerîle “dikare” wê navçeyê azad bike, lê ji ber ku alozî dernekeve ew vê “pêngavê” na avêje.

    Di bersivdayîna vê daxuyaniya Qereylan de, Serokerkanê Hêzên Pêşmegeyên Kurdistanê Cemal Mihemed îro, 16ê Gulanê, ji BasNewsê re got: “Em matmayî dimînin dema ku kesayetiyeke wek Qereylan di vê derbarê de daxuyaniyê dide, ji ber ku eger tu kes nizane pêwîste ew (Qereylan) bizane ku ji aliyê cografî ve cihê Şingal kûder e, di demekê de kî garentiyê dide me ku Pêşmerge biçe nav Şingalê û wê azad bike, piştire wê çi biqewime?”

    Cemal Mihemed diyar kir jî ku, Şingal ketiye cihek gelek hestiyar de, her çar dewrên wê gundên ereban e, pêgeha serekî ya DAIŞê li wan navçeyan e, piştire “heta” Tilefer neyê azadkirin û nebe “piştîneyeke bihêz a ewlekarî, dê metirsî li Şingalê berdewam be.”

    Serokerkanê Pêşmerge tekez kir jî ku “ew” biryar li ser azadkirina Şingalê didin “Plana azadkirina Şingalê heye, lê em plana xwe ji kesî re nabêjin.”

    Cebar Mihemed tekez kir jî ku “Azadkirina Şingalê karek hesan e, lê pêwîstiya mayîna li Şingalê bi plana leşkerî û demê heye.”Basnews

    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de