19:12 25 Gulan 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    Qereylan: Plana Başûr bo azadkirina Şingalê nîne

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Murad Qereylan dibêje ku “plana” hêzên Başûrê Kurdistanê ji bo azadkirina Şingalê nîne, gerîle “dikare” wê navçeyê azad bike, lê ji ber derneketine aloziyê vê “pêngavê” na avêje.

    Fermandarê Gişt yê Hêzên Parastina Gel (HPG) Murad Qereylan ragihand ku “Berî niha me operasyonek ji bo azadkirina Şingalê encamdabû, Pêşmerge jî beşdarî operasyona gerîle bibûn, lê di nava demeke kurt de hat dîtin ku tu bernameyeke hêzên Başûr ji bo azadkirina Şingalê nîne.”

    Murad Qereylan diyar dike jî ku, ji bo azadkirina şinaglê, pêwîste mirov tevbigere û wiha berdewam dike:  ”Ji bo vê yekê jî kordînasyon û fermandariyeke hevbeş pêwîst e, hêza gerîle ji bo azadkirina Şingalê heye, lê me dît ku eger em bi serê xwe operasyonekê ji bo azdkirina Şingalê destpêbikin, wê şaş bê famkirin, di nava kurdan de wê bibe sedema krîz û pirsgirêkan, ji ber vê yekê jî me operasyona azadkirina Şingalê hêdî kir, niha em ji bo qeliskirina DAIŞê li wêde çalakiyan dikin, bi vî awayî rêya azadkirina Şingalê hesan dikin.”

    Navborî balkişande ser oerasyonên ezmanî li ser DAIŞ li Şingalê û got: “Bandora bombebaran firokeyên hevpeymanan li ser Şingalê heye lê kêm e.”

    “Piştî êrîşa li ser Şingalê,  me deî ku Başûrê Kurdistanê di bin gefekê de ye, ji bo parastina destkeftên gelê xwe, me xwe berpirsiyar dît ku di hemû eniyan de şer bikin.”

    Fermandrê Giştî yê HPG baldikşîne serw ê yekê ku “Îro ji hemû rojan bêhtir yekîtiya Pêşemrge û Gerîle çêbûye, tevî ku di nava hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hinek kêmasî hebin jî, ev nabe astengî ku mirov rastiyê bîne ziman. pêwîste siyaseta kurd jî li ser vê yekê pêşkeve û yekîtî çêbibe.”BasNews

    Etîketan:
    Qendîl, Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de