09:37 21 Cotmeh 2017
Zindî
    DAÎŞ, Îraq

    Çekên ketibûn destê DAIŞê hatin şewitandin

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Çekdarên DAIŞê li çend eniyan xwe amade kirin da ku êrişî Hêzên Pêşmerge bikin, lê beriya ku dest pê bikin plana wan hat têkbirin û çekên ji artêşa Iraqê ketibûn destê wan de hatin şewitandin.

    Berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê, Dr. Kemal Kerkûkî ji Rûdawê re ragihand: "Derengiya şevê din, çekdarên DAIŞê xwe amade dikirin ku li eniyên Mehgûr û Gubeybeyê yên rojavayê Kerkûkê êrişî çeperên Pêşmerge bikin." Dr. Kemal Kerkûkî wiha got: “Lê Hêzên Pêşmerge û bi alîkariya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî êrişî wan kirin û plana wan têk birin.”

    Kerkûkî wiha domand: “Çekdarên DAIŞê hêz ji çend cihan anîbûn, bi taybetî jî ji Mûsil û Hewîceyê û dixwestin bi wan çekên xwe yên nû, ku beriya 2 rojan ji artêşa Iraqê ketibûn destê wan û tê gotin ku bi şaşitî ji wan re hatibû avêtin, êrişeke berfireh pêk bînin.”

    Berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê ragihand: “Lê her zû agahiyên êrişa wan ketin destê me de û me karî wan bi awayekî mezin bişkînin, ku topên Pêşmerge û balafiran jî hemû çek û teqemeniyên ku ketibûn destê wan de,  têk birin.”

    Endamê komîteya asayîş û bergiriyê di Parlamentoya Iraqê de, Eskender Cewad Witut duhî ji rojnamevanan re ragihandibû: “Balafirên artêşê hinek çek û teqemenî ji hêzên ewlehiyê yên dorpêçkirî re avêtin xwarê, lê piraniya wan çekan ketin destê çekdarên DAIŞê.”

    Etîketan:
    Kerkûk, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de