09:49 23 Gulan 2017
Zindî
    Barak Obama

    Obama: Dostekî din ê Amerîka mîna kurdan tine

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 701

    Alîkarê Serwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî dibêje ku serokê Amerîkayê Barack Obama gotiye ku li Iraq û Rojhilata Navîn dostekî din ê Amerîka yê mîna kurdan tine.

    Qubat Talebanî di civîna îro ya Encumena Wezîran de li ser serdana Barzanî ya Amarîka agahî da ku serok Obama gellek pesnê Pêşmerge daye û gotiye, li Iraq û Rojhilata Navîn dostekî din ê Amerîka yê mîna kurdan tine.

    Talebanî eşkere kir ku siyaseta Amerîka li hemberî Kurdistanê pir hatiye guhertin û wiha got: `di vê serdanê de Serok Herêma Kurdistanê deriyekî mezin ji bo Herêma Kurdistanê vekir. Ew pêşwaziya ku li Amerîkayê li Barzanî û şanda pê re hat kirin li ti serokê herêmeke federal yan jî serokê kantonekî nehatiye kirin.`

    Barzanî 3ê Gulanê çûbû Amerîkayê û bi Obama û Cigirê wî Joe Biden re hevdîtinek pêk anîbû.

     


    Bi heman mijarî:

    Mesûd Barzanî: ti bûyer nikare rê li ber hewlên ji bo serxwebûna Kurdistanê bigire
    Mesûd Barzanî wê serdana Waşîngtonê bike
    Mesûd Barzanî li gel paertiyên siyasî civiya
    Etîketan:
    Kurdistan, Bakurê Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de