10:01 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Kurdên-êzidî

    Parlamenterê êzîdî: DAIŞ zarokên êzîdî fêrî şer dike

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1401

    Parlamenterê kurd ê êzîdî Şêx Şamo Şêxo eşkere kir ku DAIŞ li Sûriye û Iraqê zarokên êzîdî fêrî şer û bikaranîna çekan dike. Şêxo her wiha ragihand, heta niha 3 hezar kurdên êzîdî di destê DAIŞê de dîl in.

    Endamê Parlamentoya Kurdistanê Şêx Şamo Şêxo ji Rûdawê re got, DAIŞê li devera Tilefera Mûsilê û bajarê Reqa yê Sûriyê dest bi vekirina dibistan û kampên leşkerî jibo zarokên êzîdî kiriye.

    Şêx Şamo da zanîn ku heta niha nayê zanîn ka çi hatiye serê 600-700 zarokên êzîdî, lê piraniya wan zarokan ji aliyê DAIŞê ve fêrî şer û bikaranîna çekan tên kirin.

    Parlamenterê kurd ê êzîdî diyar kir ku di heyama borî de bi sedan kurdên êzîdî yên di destê DAIŞê de karîn bi rêyên cuda rizgar bibin û vegerin Başûrê Kurdistanê, lê hîn jî 3 hezar kurdên êzîdî di destê DAIŞê de dîl in.

    Roja 3ê Tebaxa par, çekdarên DAIŞê êrişî devera Şingalê kirin û ew devera Başûrê Kurdistanê girtin, ji ber wê jî xelkê wê deverê ku piranî kurdên êzîdî ne, neçar man birevin. Lê bi hezaran kurdên êzîdî jî ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin, bi sedan kes ji wan jî hatin komkujkirin.


    Bi heman mijarî:

    Heta niha 4451 welatiyên Êzidî bûne qurbanî
    32 kurdên êzidî rizgar bûn
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de