09:36 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Êzidî

    Heta niha 4451 welatiyên Êzidî bûne qurbanî

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 902

    Lêkolînek meydanî diyar dike ku 4451 welatiyên Êzdî wek şehîd û revandî bûne qurbaniya dagîrkirina DAIŞê ji Şingalê re.

    Li gorî lêkolînek meydanî Iraqî, piştî ku DAIŞê di serê meha Tebaxa par de Şingal dagîrkir û heta niha 4451 welatiyên Kurdên Êzidî hatine şehîd kirin û revandin.

    Lêkolîner Daûd Xetarî ji (Malûma News) re ragihand ku di riya dîtina malbatên qurbaniyan û guhdariya li wan, diyarbû ku hejmara qurbaniyan 4451 welatî ne, 1137 welatiyên Kurdên Êzidî şehîd bûne, 3304 welatî jî hatine revandin, 1629 welatî hatine azadkirin ji wan 340 zilamin, 760 jinin û 529 jî zarokin.

    Di vê lêkolînê de navê temam yê hemî qurbaniyan, temen, regez û cihê wan hatine tomarkirin.


    Bi heman mijarî:

    Heta niha nêzî 1700 kurdên êzdî ji dest DAIŞê rizgar bûne
    DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de