16:28 21 Çile 2017
Zindî
    Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davudoglu

    Sûriye: Davûdoglu destdirêjî kir

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 901

    Parlamanterekî Sûriyê, çûna Serokwezîrê Tirkiyiyê Ahmet Davûdoglu bo nav axa Rojavayê Kurdistanê bi bê razîbûna Hikûmeta Sûriyê bi destdirêjî li ser pîroziya axa welatê xwe dide zanîn.

    Ahmet Davûtoglu duh derbasî gundê Eşmê yê Rojavayê Kurdistanê bibû û çûbû ser tirba Silêman Şah.

    Parlamanterê Sûriyê, Şerîf Şihade ji Rûdawê re ragihand ku  `derbasbûna Davûdoglu bo welatê me bi wî awayî, destdirêjî ye li ser pîroziya axa Sûriyê. Herwiha belgeheke diyar e ji destêwerdana hikûmeta Tirkiyeyê di kirîza welatê me de.`

    Şihade wiha got: `tiştê ku Serokwezîrê Tirkiyiyê kir, belgeheke eşkere ye li ser hevahengiya ku di navbera Hikûmeta Tirkiyeyê û komên terorîst mîna DAIŞ û Cebhet Elnusra de heye, ku wan rê ji Ahmet Davûdoglu re vekir ku derbasî nava axa Sûriyê bibe.`

    Bi gotina Şerîf Şihade,`Davûdoglu hêvî dike ku împratoriyeta Osmaniyan û dagîrkirina axa ereban bi navekî nû dûbare bike. Niha DAIŞ û Erdogan du rûyê yek lîreyê ne.`

    Şêwirmendê Desteya Derve ya Kantona Kobanî Umer Ellûş li ser wê serdanê ji Rûdawê re ragihand ku haya wan ji serdana Davûtoglu tinebû lê ew vê serdanê weke dijminatî yan jî destdirêjiyekê nabînin.

    Umer Ellûş herwiha got ku ne ew û ne jî hikûmeta Sûriyê dikarin tiştekî li hemberî serdana Davûtoglu bikin û wiha got: "Eger hikûmeta Sûriyê vê serdanê weke destdirêjiyekê dibîne, eger bikaribe bila rê li ber wê bigire`.

    Tirba Silêman Şah roja 22ê Sibata îsal ji ber şerê DAIŞê ji gundê Qereqozaqê yê Munbicê yê Sûriyê bo gundê Eşme yê Kobanê hatibû veguhestin.


    Bi heman mijarî:

    Perwerdekirina dijbereya Sûriyê dest pê kir
    `60 hezar çekdarên Îranî li Sûriyê ne`
    Nûnerên 40 komên Sûriyê beşdarî Cenêv-3 dibin
    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Rûsya çekan dide Iraq û Sûriyê
    463 Medyakar li Sûriyê hatine kuştin
    Avakirina navçeya tampon li Sûriyê ket rojevê
    Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
    6 hezar kes ji Ewropa çûne Sûriyê
    Hikûmeta Sûriyê wê alîkariya Kampa Yermûkê bike
    Etîketan:
    TIrkiye, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de