11:00 18 Çile 2017
Zindî
    Hewlêr, Kurdistan

    Ji Brukselê banga xwedîderketina li berxwedana Mahabad

    © Foto: Osman Bashqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2702

    Li Brukselê Kurdan lanet li rejîma Îranê kir û banga xwedîderketina li berxwedanê Mahabadê kir.

    Kurdistaniyan li paytexta Belçîka Brukselê, li ber Parlamentoya Ewropayê bi armanca şermezarkirina polîtîkayên rejîma Îranê, êrîşên li hember çalakiyan Kurdan û  ji bo darizandina qatilên Ferînaz Xosrawanî mîtîngek li dar xist.

    Li gorî agahiya ajansa FiratNews, di mîtîngê de nûnerê PJAK’ê yê li ser navê çalakvanan axivî, pêkanînên rejîma Îranê lanet kir û diyar kir ku pêwîst e mirov xwedî li berxwedana li Mahabadê bilind dibe derkeve. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ti cure polîtîkayên pelçiqandinê wê nikaribe bi Kurdan gav paşde bide avêtin û hat diyarkirin ku wê çalakî bidomin.

    Di çalakiyê de li ser navê Tevgera Jin a Kurd a Belçîka û PYD’ê jî axaftin hatin kirin. Her weha hat diyarkirin ku wê 11’ê Gulanê roja Yekşemê li Bruksel li ber Konsolosxaneya Îranê çalakiyek bê lidarxistin û banga tevlîbûnê hat kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Başûrê Kurdistanê gel ji bo Ferînaz li qadan e
    PAK: `Heger artêşa Pasdaran derbasî Mehebadê bibe emê wê biweşînin`
    Li Munîhê rejîma Îranê hat şermezarkirin
    Jinên Amedê rêjîma Îranê protesto kir
    Li 14 bajarên Rojhilat xwepêşandan destpê dikin
    Etîketan:
    Kurdistan, Ewrûpa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de