23:20 22 Çile 2017
Zindî
    Li Hewlêrê ala Îranê hat şewitandin

    Li Başûrê Kurdistanê gel ji bo Ferînaz li qadan e

    © Foto: Osman Bashqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2702

    Gelê Başûrê Kurdistanê ji bo Ferînaz Xosrawanî ya li Mahabadê ji bo ji hewldana tecawizê ya îstixbaratvanê Îranê xwe xelas bike, ji qata 4’an xwe avêt û xwedîderketina li helwesta gelê Mahabadê ya li hember rejîma Îrane rabûn xwepêşandanan.

    Li gorî agahiya ajansa FiratNews, li 4 navendên Başûrê Kurdistanê Hewlêr, Kelar, Dihok û Seyîd Sadiq ji bo jina Kurd Ferînaz Xosrawanî ya li Mahabadê li Otela lê kar dikir ji bo ji hewldana tecawizê ya îstixbatravanên Îranê xwe xelas bike, ji qata 4’an xwe avêt û xwedîderketina berxwedana gelê Mahabadê ya li hember rejîma Îrane gel li ser piyan bû.

    HEWLÊR

    Çalakiya li bajarê Hewlêrê îro li ber deriyê Parka Şaneder bi pêşengiya gelek rêxistinên sivîl û nûnerên partiyên siyasî hat lidarxistin. Xwepêşandanan piştgiriya xwe ya ji bo gelê Mahabadê nîşan dan. Di çalakiyê de her wiha ji ber îro 9’ê Gulanê jî bû, 4 şoreşgerên ku di vê rojê de ji aliyê Îranê ve hatibûn darvekirin, hatin bîranîn.

    DIHOK

    Di çalakiya li bajarê Dihokê jî hêjmarek ji çalakvan, rojnamevan û kesayetên parêzgehê li ber Parka Azadî hatin gel hev û piştigiriya xwe ji xelkê Mahabad û Rojhilatê Kurdistanê re ragihand. Çalakvanan daxwaz ji aliyên siyasî û partiyên Kurdî kirin ku destek bidin serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê bi taybet Mahabadê.

    KELAR

    Îro ber bi êvarê bi pêşengiya rêxistinên sivîl, partî û aliyên siyasî li bajarê Kelar a ser bi Germiyanê jî çalakiyek ji bo piştgiriya bi serhildana xelkê Mihabadê re hat lidarxistin. Xwepêşandanan rejîma Îranê şermezar kirin û diyarkirin ku bûyera Ferînaz bûyera yekê nîne ya Îran li hemberî Kurdan dike.

    Çalakvanên Kelar helwesta Ferînaz Xosrewanî wek destpêkirina şoreşa azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê bi nav kirin. Her wiha têkoşerên 9’ê Gulanê, Şîrîn Elemholî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamiyan di salvegera şehadeta xwe de hatin bîranîn.

    SEYÎD SADIQ

    Di çalakiya îro ya Seyîd Sadiq ku qezayeke ser bi parêzgeha Silêmanî ye, bûyera li Mahabadê wek bûyerek dij mirovî ya rejîma Îranê hat binavkirin. Çalakvanan her wiha êrîşa rejîmê ya ser Kurdan jî bi tundî şermezar kirin.

    Bi heman mijarî:

    PAK: `Heger artêşa Pasdaran derbasî Mehebadê bibe emê wê biweşînin`
    Li Munîhê rejîma Îranê hat şermezarkirin
    Jinên Amedê rêjîma Îranê protesto kir
    Li 14 bajarên Rojhilat xwepêşandan destpê dikin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de