10:03 19 Cotmeh 2017
Zindî
    -Qada Azadiyê - Tehran - Îran

    PAK: `Heger artêşa Pasdaran derbasî Mehebadê bibe emê wê biweşînin`

    © AP Photo/ / Ebrahim Noroozi
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3621

    Cîgirê serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) amaje bi dengê nerazîbûnê li Rojhilatê Kurdistanê kir û tekez kir ku wê ev nerazîbûn berdewam be heta ku tola Ferînaz Xusrewî bê sitendin ku bi neheqî efserekî artêşa Îranê bû sedema mirina wê.

    Cîgirê serokê PAK`ê ya Rojhilatê Kurdistanê Hisên Yezdanpena ji BasNews re ragihand: “Li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê aloziya di navbera gel û hêzên ewlekarî yên Îranê de berdewam e, û  ev jî dibe sedema ku xelk xwe ji xwepêşandanên dûrûdirêj re amade bikin. Hikûmeta Îranê ji bajarên Esfehan û Hemedanê hêzên ewlekariyê şandine ji bo ku li dijî xelkê û nerazîbûna wan rawestin”. 

    Hisên Yezdanpena  her wiha got: “Ji Mehebadê pirîska nerazîbûn giha Merîwan, Şino û Bokanê. Lewma dê ev nerazîbûn berdewam be, lê em      dixwazin ku ku xwepêşandanên aştiyane bên lidarxin û xwepêşandêr dest bi tundptûjiyê nekin,  da ku em dengê ne razîbûnê bighînin cîhanê”. 

    Yezdanpena tekez kir ku di navbera Şino û Wirmiyê de otombîlek pasdaran rastî êrîşê hatiye û ev yek diyar dike ku derveyî bajaran jî çalakî berdewamin.  

    Yezdanpena da zanîn ku wek PAK, vê gavê plana wan a êrîşkirinê nîne, lê hêzên pêşmerge wek hêzekê rûhî û manewî li rex xelkê disekine. 

    Di heman demê de Yezdanpena tekez kir ku: “Hêzên Azadiya Kurdistanê li dervî bajaran amade ne ji bo rawestandina her hêzekê ku bixwaze êrîşî xelkê bike. Eger hêzên dewletê mudaxele  di nav bajaran de bike emê  dê wê hêzê biweşînin”.

    Bi heman mijarî:

    Li 14 bajarên Rojhilat xwepêşandan destpê dikin
    Jinên Amedê rêjîma Îranê protesto kir
    Li Munîhê rejîma Îranê hat şermezarkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de