17:37 23 Çile 2017
Zindî
    Tirkiye - al

    ENKS dixwaze Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê `navçeyên tampon` ava bike

    © AFP 2016/ BULENT KILIC
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4711

    Serkirdeyekî Encumena Niştîmanî ya Kurdên Sûrî (ENKS) dibêje Wezareta Derva ya Tirkiyê ji wan daxwaza avakirina “navçeyên tampon” li Rojavayê Kurdistanê kirine û wan jî wek ENKS ragihandiye ku ew li gel avakirina navçeyên tampon in.

    8-ê gulanê şandeke ENKS, ya ku ji Fûad Elîko, Selah Derwîş û Hewas Egîd pêk dihat, li gel rayedarên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê civiya. Yek ji nûnerên ENKS yê di Hevpeymaniya Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê de, Fûad Elîko, ku di civînê de beşdar bû ji BasNewsê re aşkere kir ku serdana wan li ser daxwaza ENKS bû û ew li gel berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê û berpirsê Peywendiyên Tirkiyê-Sûriyê di Wezareta Derve ya Tirkiyê de civiyan.

    Fûad Elîko ragihand, kudu di hevdîtinê de mijarên wekî  êrîşên terorîstî li ser navçeyên Cizîra Rojavayê Kurdistanê û tirsa dubarebûna senaryoya Kobanê hatin gotûbêjkirin. 

    Elîkor diyar kir, ku berpirsên Wezareta Derva ya Tirkiyê tekez li ser avakirina navçeyên tampon kirin, herwiha ew navçe wek gerentiyekê li dijî her metisriyekê danê zanîn” û wan jî wek ENKS ragihandiye ku ew li gel avakirina navçeyên tampon in.

    Bi heman mijarî:

    ENKS ligel wezareta Tirkiyeyê civiya
    Ehmed Berekat: ENKS di rewşeke lewaz de jiyan dike.
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de