10:56 18 Çile 2017
Zindî
    ypg,pyd,hêzên kurd,şervanên kurd

    YPG: Li Cizîr û Kobanê 80 çete hatine kuştin

    © AFP 2016/ Delil Souleiman
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1811

    Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên li Cizîrê û Kobanê ku hîn didomin de 80 çete hatine kuştin

    Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên li Cizîrê û Kobanê ku hîn didomin de 80 çete hatine kuştin û 6 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Navenda Ragihandina YPG’ê der barê şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên li kantonên Cizîrê û Kobanê daxuyaniyek nivîskî li ser malpera xwe ya fermî weşand. Daxuyaniya YPG’ê wiha ye: “Tehdîda çeteyên DAIŞ’ê ya li ser sînorên Kantona Cizîrê û operasyona hêzên me ya li hember vê tehdîde dimeşinîn, berdewam dike. Komên çeteyan duh êvarê êrîş birin ser gundê Nusret ê nêzikî Hesekê û roja derbasbûyî ji aliye hêzên me ve hatibû rizgarkirin. Piştî pevçunên dijwar ên sing bi sing, êrîşa çeteyan hat şikandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyên di van pevçûnan de nehat zelalkirin lê hêzên me li vir dest danîn ser 6 termên çeteyan. Rêhevalekî me ku di şikandina êrîşên çeteyan de rolek girîng dilîst, bi lehengî şer kir û gihişt şehadetê.ANF

    Etîketan:
    YPG, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de