14:46 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî û Barack Obama

    Barzanî: Rayedarên Amerîkayê em piştrast kirin

    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1711

    Têgiheştineke temam ji aliyê Amerîka ve heye li ser doza gelê kurdî bi giştî

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Washington di hevpeyvîneke kurd de ligel Rûdawê de, behsa serdana xwe bo Amerîka dike û dibêje, civîna wan ligel Serokê Amerîka Barack Obama ji tişta ku wan jê çaverê dikir serkeftîtir bû. Herwiha da zanîn ku derbarê şandina çekan bo pêşmerge berpirsên Amerîkayê em piştrast kirin. Barzanî wiha got: “Me soz û piştrastî ji pilebilindtirîn berpirsên dewleta Amerîkayê wergirt, ku ji niha û pê ve çek nema dereng ji Hêzên Pêşmerge re tên şandin.” Mesûd Barzanî ji Rûdawê re ragihand: “Têgiheştineke temam ji aliyê Amerîka ve heye li ser doza gelê kurdî bi giştî.”

    Etîketan:
    Barzanî, Kurdistan, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de