15:53 26 Îlon 2017
Zindî
    Jinên Amedê rêjîma Îranê protesto kir

    Jinên Amedê rêjîma Îranê protesto kir

    © Sputnik/ Gulnush Ergul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2622

    Li Bakûrê Kurdistanê aktîvîstên KJA li gelek navendan ji bo Ferînaz Xusrewanî daketin qadan û banga mezinkirina îsyana kir.

    Keça ciwan a Kurd Ferînaz Xusrewanî ya ku li Otela Tara ya Mahabadê ku lê kar dikir da ku xwe ji tecawiza endamên îstîxbarata Îranê xelas bike, xwe ji qatê 4'an avêt û jiyana xwe ji dest da. Piştî vê bûyerê gelê MAhabadê rabû serhildanê agir berda otelê navborî li hemberî rejîma Îranê dest bi çalakiyên protestoiyî kir. Bûyera han û îsyana Rojhilata Kurdistanê li tevaya Kurdistanê deng veda. Li Amedê aktîvîstên Kongreya Jinên Azad (KJA) bi armanca şermezarkirina rejîma Îranê û destekkirina îsyana li Rojhilatê Kurdistanê daketin qadan.

    Aktîvîstên KJA li ber AZC Plaza ya Amedê bi daxuyaniyê bûyer şermezar kir û banga xwedîderketina li Ferînaz kir.  

    Daxuyanî li ser navê Kongreya Jinên Azad  ji aliya Yuksel  Acar hat xwendin. 

    Peyamnêra Spûtnîk Kurdistan Gulnûş Ergul ji Amedê radigihîne: 

    Yuksel  Acar  got: “Li Mahabadê di şexsê Ferînaz Xusrewanî de hewldana tecawizê li tevahiya xak, ziman, çand û hebûna gelê Kurd û Kurdistanê hatiye kirin”.  

    Yuksel Acar  axaftına xwe wiha domand:  “Ev destdirêjıya ku bi destê hêzên dewletê tê kirin, dest avetina ewil nîn e. Bi hezaran jin bi awayekî sitematik rastî destdirêjî û destavetina hezên dewletê tên. Êdî dema vê hatiye ku divê em zilma ku zihniyeta tecawuzkar li ser erdê me bibinin. Li Mahabadê di şexsê Ferînaz Xosrowanî de ya ku dihata xwestin, destdirêjî tê kirin axa Kurdistanê ye û çanda kurdî ye û tekoşîna gelê kurd e. Li gelek deverên cihanê û Rojhilata Navîn qirkirin li ser jinan tê kirin. Li ser vê qirkirinê li Mahabadê gel rabûye li ser pîyan em vê rureşiya ku li Mahabadê qewimiye şermezar dikin”.

    Di daxuyaniyê de bûyer bi tundî hat şermezarkirin û hat xwestin ku dawî li êrîşên bi vî rengî were anîn û endamên îstîxbaratê yên tecawizkar û xwediyê otelê Nadir Molûdî werin cezakirin.


    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de