19:09 25 Gulan 2017
Zindî
    Tehran - Îran

    Li 14 bajarên Rojhilat xwepêşandan destpê dikin

    © Fotolia/ Borna_Mir
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3611

    Xwepêşandanên nerazîbûnê li Rojhilatê Kurdistanê berdewam dibin, 13 bajarên din jî piştgiriya Mehabadiyan dikin.

    Biryare îro, 8ê Gulanê, 14 bajarên Rojhilatê Kurdistanê piştgirtiya xwe  ji xwepeşanderên Mehabadê re nîşanbidin.

    Di encama xwepêşandanên duh de, li Mahabadê  2 kes şehîd bûn û 28 kes birîndar bûne, her weha, bi dehan kes ji aliyê hêzên ewlekarî yên ku i derdor û nava bajar belav bûne, hatine girtin.

    Li gor zanyariyên BasNewsê, îro 8ê Gulanê demjimêr 17:00 bi dema Rojhilatê Kurdistanê wê xwepêşandan bên encamdan.

    Di bûyera destdirêjiya ser Ferînaz û mirina wê ya biguman, heta niha gelek çîrok derketine û tu berpirsekî siyasî û dadwerî li Mehabadê heta niha ti daxuyaniyek nedane, herwiha ti zanyariyek jî bi awayekî fermî ne hatiye ragihandin.

    Ferînaz Xusrewî (26 salî) û helgira bawernameya kompyuterê ye, keçeke bajarê Mehabadê bû û li hotêla bi navê Tara kar dikir, roja Çarşemê, 6ê Gulanê, ji tirsa ku ji aliyê kesekî wî bajarî ve destdirêjî li ser bê kirin, xwe ji qatê 4an a hotêlê ve avêt xwarê û di encamê de canê xwe  ji dest da.

    Bi heman mijarî:

    Recewî: Îran li pişt DAIŞ e
    Îran Qendîlê topbaran dike
    Îran: Dorpêçana Erebistana Siûdiyê ji Yemenê re wê bê bersev nemîne
    Gerek din a dansûstandinên Îran û welatên rojava destpê dike
    Îran Amerîka bi piştgirtiya çekdarên DAÎŞê tewanbar kir
    Etîketan:
    Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de