20:15 29 Gulan 2017
Zindî
    ENKS-Rojava

    ENKS ligel wezareta Tirkiyeyê civiya

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1401

    Şandeke Encûmena Niştmaniya Kurd li Sûrî (ENKS) li ser mijara rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê ligel wezareta derve ya Tirkiyeyê civiya.

    Endamê şanda ENKSê Hewas Egîd ji Rûdawê re eşkere kir ku îro şanda wan ligel şandeke berpirsê dosyaya Sûriyê di wezarete derve ya Tirkiyeyê de civiya û rewşa Rojavayê

    Kurdistanê bi giştî û rewşa parêzgeha Hesekê bi taybetî guftûgo kir.

    Egîd diyar kir ku wan rewşa Kobanê, daxwaza rêvekirinê li pêş rêxistinên mirovahî, metirsiya DAIŞê li ser herêma Cizîrê û pêkhateyên wê bi wezareta derve ya Tirkiyeyê

    renirxandin.

    Endamê şanda ENKSê da zanîn ku wan ji Tirkiyê xwestiye ku li gorî rola xwe  rê li ber êrişên DAIŞê bigire, ji ber ku bi gotina wî, metirsiyeke mezin li ser herêmê heye.

    Egîd got, şanda wan ji Selah Derwîş, Fûad Elîko û Hewas Egîd pêkhatibû û herwiha şandeke rêxistina aşûrîyên demokrat jî ligel wan bi Wezareta Derve ya Tirkiyeyê re civiya.

    Bi heman mijarî:

    Ehmed Berekat: ENKS di rewşeke lewaz de jiyan dike.
    Etîketan:
    Rojhilata Navîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de