03:43 27 Gulan 2017
Zindî
    Ala DAÎŞ li ser otêla Nînewa li Mûsilê

    Parêzgarê Mûsilê: DAIŞ dixwaze milîsên şîe tevlî şerê Mûsilê bibin

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1610

    Parêzgarê (walî) Mûsilê Esîl Nucêfî diyar kir ku DAIŞ dixwaze milîsên şîe tevlî operasyona standina Mûsilê bibin. Nucêfî her wiha got, 11 hezar çekdar ji bo şerê Mûsilê hatine amadekirin.

    Parêzgarê Mûsilê Esîl Nucêfî, ku ofîsa wî li Hewlêrê ye, tevlî bernameya Rûdawê ya Rûdawa Îro bû.

    Nucêfî li ser operasyona standina Mûsilê ji destê DAIŞê axivî û got, me heta niha 11 hezar çekdar (6 hezar polîs, 5 hezar milîs) ji bo şerê Mûsilê hazir kirine, lê

    bi çekên ku niha di destê me de hene Mûsil nayê standin. Eger çekan nedin Pêşmerge ew jî nikarin tevlî operasyona Mûsilê bibin.

    Li ser tevlîbûna milîsên şîe di şerê Mûsilê de jî Esîl Nucêfî got ku em naxwazin milîsên şîe tevlî operasyona girtina Mûsilê bibin, çimkî eger ew jî tevlî wî şerî bibin

    wê alozî  û tabloyeke mezhebî derkeve holê, DAIŞê jî wê ji vê yekê sûd bibîne.

    Li gorî parêzgarê Mûsilê, DAIŞ dixwaze milîsên şîe tevlî şerê Mûsilê bibin ji bo ku xelkê Mûsilê bikşîne aliyê xwe.

    Nucêfî anî ziman ku xelkê Mûsilê, her wiha eşîrên wê deverê dixwazin tevlî şerê Mûsilê bibin, lê daxwaza garantiyê dikin ku piştî girtina bajêr piştevaniya wan bê

    kirin

     

    Bi heman mijarî:

    DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
    DAÎŞ`ê Îtalya kir hedef?
    Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
    DAÎŞ û Talîbanê li dijî hev şer îlan kirin
    4 jin û 4 zarok rizgar ji destê DAÎŞ bûn
    Termên 27 çekdarên DAÎŞ li gundê derdora Tel-tamirê hatin dîtin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de