15:02 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî û Barack Obama

    Barzanî: Civîna me ligel Obama serkeftî bû

    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5801

    Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ragihand ku civîna wî ligel Serokê Amerîka, Barack Obama û cîgirê wî, Joe Biden serkeftî bû.

    Herwiha got, ew hest bi şanaziyê dikin ku li ser destê Pêşmerge meznahiya DAIŞê hat şikestin û Kurdistan bûye hêlîna mexdûran.

    Derengiya şeva borî Barzanî û şanda pê re li Koşka Spî ligel Obama û Biden civiyan û civîna wan zêdetirî saetekê domkir.

    Barzanî di dema pêşkêşkirina gotarekê de li Navenda Bazirganiyê ya Amerîkayê, derbarê civîna xwe ligel Obama ragihand: `Civîna me pir serkeftî bû. Min

    spasnameya gelê Kurdistanê gihand Serok Obama û cîgirê wî Joe Biden, li ser wan alîkariyên leşkerî ku pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine di şerê li dijî DAIŞê

    de û di vê dema teng de piştevaniya gelê kurd kirine.`

    Serokê Herêma Kurdistanê derbarê şerê DAIŞê jî wiha got, `rast e Kurdistan rastî krîzeke pir mezin hatiye ku şerê DAIŞ e, lê spas ji Xwedê û Hêzên Pêşmerge

    re ku heta niha 20 hezar km ax ji destê DAIŞê derxistine, em hest bi şanaziyeke mezin dikin ku heybet û meznahiya DAIŞê li ser destê Pêşmerge hat şikestin.`

    Herwiha derbarê koçberan jî, ku hejmareke pir mezin ji koçberên Iraqê li Herêma Kurdistanê ne, Barzanî wiha domand: `Kurdistan bûye hêlîna mexdûran, niha

    bêtirî milyoneke koçber li Herêma Kurdistanê hene, di dema ku Kurdistan rastî krîzeke darayî hatiye, lê em wê yekê bi erkeke mirovî û niştimanî dizanin û

    deriyê Herêma Kurdistanê berdewam vekiriye bo koçber û mexdûran ji her ol û mezheban.`

    Barzanî di gotara xwe de, derbarê şirketên amerîkî wiha got, `deriyê Kurdistanê berdewam vekirî dibe ji wan şirketên ku dixwazin li Kurdistanê kar bikin û ez

    spasiya wan dikim ku di dema tengiyê de ji Kurdistanê neçûn. Ji aliyê manewê pir piştevaniya Kurdistanê kirin.`

    Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: `nabe em rê bidin ku plana terorîstan ser bigire û ti pêşroja wan terorîstan tune ye. Li navçeyê serkeftin bo demokrasiyê

    ye.`

    Şevê din Barzanî û şanda pê re ligel Serokê Amerîka Barzack Obama û cîgirê wî Joe Biden û berpirsên Koşka Spî civiyan.

    Civîn girtî bû û jibilî fotograferê Serokatiya Herêma Kurdistanê û Koşka Spî ti rojnamevanekî din di civînê de amade nebû.

    Endamên şanda Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî ji cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyid Qadir, wezîrê

    çavkaniyên xwezayî Aştî Hewramî, wezîrê Avedaniyê Derbaz Kosret Resul, berpirsê Fermangeha pêwendiyên derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mustefa,

    serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên, Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnera Hikûmeta Herêma

    Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebulrehman pêk hatibû.


    Bi heman mijarî:

    Serokwezîr Barzanî pêşwaziya Wezîra Derve ya Kurwatiya kir
    Barzanî û Obama wê sibê hev bibînin
    Serdana Barzanî li DYA bi xwe serkeftin e
    Barzanî îro berê xwe dide Amerîkayê
    Barzanî “Yekşemê” li Amerîkayê ye
    Barzanî ligel Talebanî civya
    Hêmîn Hewramî: `Barzanî li gel Obama wê pêşeroja Kudistanê gotûbêj bike`
    Dezgeha Barzanî nîv milyon dolarî bo Kobanê xerç dike
    Barzanî: Rêkeftina Dihokê hewla me ya dawî ye
    Barzanî û aliyên siyasî destêwerdana PKK li Başûr red dikin
    Mesûd Barzanî: ti bûyer nikare rê li ber hewlên ji bo serxwebûna Kurdistanê bigire
    Mesûd Barzanî wê serdana Waşîngtonê bike
    Mesûd Barzanî li gel paertiyên siyasî civiya
    Barzanî diçe Amerikayê
    Partiyên Rojava li ba Barzanî gilî li PYDê kirin
    Etîketan:
    Kurdistan, Bakurê Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de