09:30 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Barzanî ligel sê sekretêrên ENKSê civya

    Layengir û dijberên serxwebûnê

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 4512

    Dem demeke îdeal e, ku kurd serxwebûna xwe îlan bikin

    Di çapemenîyê de bi awayeke berfireh tê ragihandin, ku di dema serdana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li Waşîngtonê, pirsa serxwebûnê dikare bête rojevê.

    Serdana Mesûd Barzanî ya ji bo Waşîngtonê, Bexdad endîşedar kir. Ji alîyekê ve serokê Kurdistanê sîyasetmederake bi ezmûn e û hedefên xwe hêdî hêdî dabîn dike û ji alîyê din ve ji Waşîngtonê vegera destvala ya Heyder el-Ebadî Bexdadê endîşedar dike. Bexdad wisa dihesibîne, ku eger Waşîngton yekser bi Hewlêrê re têkilîyan datîne, ew yek cihê gumanê ye û ji bo Bexdadê hevdîtineke ne xêrê ye. Têkilîyên dualî yên Waşîngtonê Bexdadê jî Hewlêrê jî endîşedar dike, lê kurd êdî adapteyê wê yekê bûne. DYA hewl dide li Iraqê herêmeke nû ya sunnî saz bike. DYA wê alîkarîya kurdên li herêmên sunnî bike û her weha bêy Bexdadê yekser wê alîkarîyê bide Hewlêrê. Projeyasaya di wê derbareyê de ya li DYA`yê hatî raberkirin, civata şiî gelek aciz dike. Sîyasetmedarên şiî wê sîyaseta Waşîngtonê wek hewldanên perçekirina Iraqê dinirxînin. Lê, Waşîngton bi fermî piştgirîya yekpareyîya Iraqê dike û wek di makezagona Iraqê de jî hatî destnîşankirin, dixwaze Iraq bibe dewleteke federal.

    Karmendê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn û Afrîkayê ya Moşe Dayan û eksperê problema kurd Orf Bencîyo li ser pêşeroja Iraqê û serxwebûna gengaz a Kurdistanê wisa got:

    “Civata navneteweyî guşarê li DYA`yê dike ku destûrê nede perçebûna Iraqê. Ji alîyê din ve rîya Kurdistanê ya vebûna deryayê tune ye. Dewletên cîran jî çi ji destên wan tê wê bikin, ku Kurdistan nikaribe fonksîyonên dewletbûnê pêk bîne û wê bifetise. Yek ji sedemên giring jî aborî ye. Eger Kurdistan di nav Iraqê de bimîne, dikare ji Bexdadê pereyan werbigre û dahatîyên şênîyên xwe bilindtir bike. Lê, pêkhatina  wê yekê wê hinek zehmet be. Iraq dewleteke 100 salî ye û dewletên cîhanê çavên xwe ji perçebûna wê re nagirin. Ew jî wê kurdan neçar bike ku di nav Iraqê de bimînin. Lê, ez wisa nafikirim, ku gereke kurd di nav Iraqê de bimînin. Berovajî, niha dem demeke îdeal e, ku kurd serxwebûna xwe îlan bikin. Ji ber ku niha tewaya cîhanê dibîne ku li pêşîya kurdan tu rîyeke din nemaye. Kurdistan îro xwedî hemû derfetan e ku bikaribe bibe dewleteke serbixwe. Bexdad li pêşîya kurdan dibe asteng û nahêle derfetên federatîv bikar bînin. Bexdad çekan nade kurdan ên DYA û dewletên din dişînin. Her weha Bexdad di deranîn û firotina neftê de jî ji kurdan re astengîyan saz dike. Lê, ya giring ew e, ku kurdên Iraqê dixwazin bibine dewleteke serbixwe. Rewşa kurdên li Tirkîyeyê hinek cuda ye. Abdullah Ocalan wek tê zanîn nêrînên xwe yên derbarê serxwebûnê de guherandin. Piranîya kurdên Iraqê layengirên serxwebûnê ne û ji jêr de guşarê li hikûmetê dikin, ku serxwebûn bête îlankirin. Ji ber wê yekê ez dibêjim, ku niha dem dema îlankirina serxwebûnê ye.

    Bêguman ji bo wê yekê wêrekîyeke mezin pêwist e. Pirs jî ew e. Lê, ez nizanim ka wêrekîya wan di çi astê de ye, ku bikaribin wê pêngavê bavêjin. Kurd li YE`yê piştgirîyê digerin. Mimkun e ku Barzanî pirsa serxwebûnê li Waşîngtonê jî bîne rojevê. Lê, ez bi guman im, ku amerîkî piştgirîyê bidine wê daxwaza wî. Wek tê zanîn departamenta dewletê ya DYA`yê li dijî avakirina Îsraîlê jî derdiket. Lê, bi tevî hemû astengîyan jî me dewleta xwe ava kir. Pirs ew e: kurd wê heta dawîyê xwe li bendê bigirin ku piştgirîya hemû alîyan bistînin, yan wê serxwebûna xwe îlan bikin. Wext wê nîşan bide”.

    Posîyona kurdên Iraqê tê zanîn: di referandûma nefermî ya sala 2005`an de ji % 98 gelheya Kurdistanê piştgirî dane serxwebûnê. Eger serok Barzanî îro biryara referandûmê bide, bersîv wê dîsa wisa be. Îro ji bo serxwebûnê şertên objektîv hene. Lê, pozîsyona rêvebirîya Kurdistanê jî cidî û bi pîvan e. Ew naxwazin bêy piştgirîya pêwist a dewletên bîyanî, pêngaveke wisa bi rîsk bavêjin. Dibe ku rêvebirîya Kurdistana Iraqê demeke din jî avantajên otonomîyê bikar bînin û amadekarîyên serxwebûnê bikin. Eger ew sîyaseta Mesûd Barzanî bigihije armanca xwe, dewleta kurd dikare li ser bingeheke saxlemtir bête avakirin. Ango dikare di warê aborî û leşkerî de bi hêztir be, wek di dema Atînaya bi serokatîya Zevs de. Armanca serdana Mesêd Barzanî ya Waşîngtonê jî ji xwe dabînkirina wê yekê ye.

    Etîketan:
    Serxwebûn, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de