03:57 24 Çile 2017
Zindî
    Balafira şer ya amerîkî

    Balafiran di nav du rojan de 24 caran li DAIŞê dane

    © AP Photo/ Senior Airman Matthew Bruch
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1111

    Balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê 24 êrişên din li dijî rêkxistina DAIŞê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, her weha li Iraq û Sûriyê pêk anîn.

    Li gor daxuyaniya Pentagonê,  balafirên şer ên hevpeymaniyê ji roja yekeşmê heta duh sibehê, 17 caran êrişî navendên DAIŞê li nêzîkî bajarên Reqa, Kobanê, Hesekê û

    Dêrezorê pêk anîne.

    Pentagon diyar kir ku di wan êrişan de çend yekîne, çeperên şer û otombîlên DAIŞê hatine têkbirin.

    Li Başûrê Kurdistan û Iraqê jî, balafirên hevpeymaniya navdewletî 7 êriş li dijî DAIŞê li Şingal, Bêcî, Felûce û çend bajaran din pêk anîn.

    Bi heman mijarî:

    Pentagon- Erdê DAIŞ kêm bûye
    Etîketan:
    Kurdistan, Sûrîye, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de