10:56 18 Çile 2017
Zindî
    Ala Kurwatiyê

    Serokwezîr Barzanî pêşwaziya Wezîra Derve ya Kurwatiya kir

    © Sputnik/ Maksim Bogodvid
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 801

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Alîkara Serokwezîr û Wezîra Derve ya Kurwatiyayê Vênsa Pusîç kir.

    Alîkara Serokwezîr û Wezîra Derve ya Kurwatiya Vênsa Pusîç duh êvarê gihîşt Hewlêrê.

    Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Kurdistanê, Vênsa Pusîç spasiya Herêma Kurdistanê kir ku karîbû bi derfetên kêm gellek penaberan bihewîne û di hemû waran de alîkariya wan

    bike.

    Vênsa Pusîç spasiya hêzên Pêşmerge jî kir ku di şerê terorê de serkeftinên mezin bidest xistine û pîvan û nirxên hevbeş ên mirovahiyê parastine.

    Her weha, alîkara Serokwezîrê Kurwatiya ragihand ku Kurwatiya bi qasî hêza xwe alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye û wê dîsa jî alîkariyê bide Kurdistanê bi taybet di warên

    leşkerî û mirovî de.

    Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî spasiya şanda Kurwatiya kir û hêvîkir ku şanda Kurwatiya bikaribe ji nêzîk ve rewşa Herêma Kurdistanê bişopîne û tengaviyên wê di warên mirovî

    û leşkerî de bibîne.

    Nêçîrvan Barzanî her wiha anî ziman ku deriyê Herêma Kurdistanê ji bo karsaz û sermayedarên Kurwatiya vekiriye û hikûmeta Kurdistanê jî amade ye alîkariya wan bike ji bo

    ku li Kurdistanê hilberînê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de