15:21 24 Îlon 2017
Zindî
    Kobanê

    Serokatiya Parlementoya Kurdistanê serdana Kobanê dike

    © AFP 2017/ Yasin Akgul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 701

    Serokê Parlementoya Kurdistanê serdana Kobanê dike û kevirê bingehîn ji dibistanekê re datîne.

    Parlementera Kurdistanî Êvra Ibarhîm îro, 4ê Gulanê, ji BasNewsê re ragihand ku Parlementoya Kurdistanê wê dibistanekê li ser erkê xwe li bajarê Kobanê yê

    Rojavayê Kurdistanê ava bike.

    Her weha, Êvar Ibrahîm ku yek ji du endamên parlementoyê yên Komîteya Avakirina Kobanê ye, got ku `Wek çawa di heyama borî de Parlementoya

    Kurdistanê du biryarên girîng derbarê Rojavayê Kurdistanê de derkir, ku ew jî bi fermî nasandina kantonên Rojava û şandina Hêzên Pêşmerey bo wî beşê

    Kurdistanê bûn, bi awayekî kirdarî jî beşdarî avakirina Kobanê dibe.`

    Bi gotina wê parlementerê, Serokê Parlementoya Kurdistanê Yûsif Mihemed jibo wê mebestê wê serdana Kobanê bike, lê dema encamdana serdanê aşkere

    nekir.

    Piştî ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de daxwaz ji hemû aliyên Kurdistanî û rêxistinên navdewletî kiribû ku di dubare avakirina

    Kobanê de rola xwe bibînin, perlementoya Kurdistanê ev pêngav stend.

    Ji ber êrîşa çekdarên DAIŞê li ser bajarê Kobanê, ew bajarê bi temamî wêran bûye û şêniyên wê jî koçber û derbider bûne, niha jî hewl ji dubare avakirina

    bajêr tên kirin, lê heta niha ew pêngav pêknehatiye.


    Bi heman mijarî:

    75 hezar penaber vegeriyan Kobanê
    Mamosteyên Kobanê alîkarî dixwazin
    Dezgeha Barzanî nîv milyon dolarî bo Kobanê xerç dike
    Ji ber “BKS”yekê Tirkiyê nahêle Pêşmerge ji Kobanê vegerin
    Li Kobanê 4 gundên din rizgar bûn
    Li Kobanê û Hesekê 19 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Kobanê: Qirkirina DAIŞê û azadkirina 332 gundan
    Kobanê- Xelk naxwazin ku malên wan bibin mûze
    Kobanê- Li başûr tenê 2 xal û gundek mane
    Li Kobanê xendek tên kolandin
    Li Kobanê heta niha 100 ton teqemenî hatiye bêzirarkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de